Swed behsa keça 11 salî dike
Pêla dijitiya xerîban li welatên Awropa pêş dikeve. Bûyerek balkêş li welatê Swedê çêbû. Keçek reşik 11 salî li gel xweha xwe ya 22 salî bi trênê (qitar) ji bajarê Orebro diçûna bajarê Gotegorg.
Demekî keçika 22 salî çû toaletê. Karmendê trênê bilêt kontrol dikiran, bileta keçka xerîb ya 11 salî li cem xweha wê ya 22 salîbû. Lê ji bo kêçika 11 salî baş zimanê Swedî nizaniya û nekarî tu bilêtê nîşanê karmendê trênê bike, yê karmend bi xortî keçika 11 salî demjimêr 19.45-ê evarê ji trenê derxist û tren çû. Ew keça 11 salî ji hingê ve windaye. Polis li keşka 11 salî digere.
Lê ne berpirsên şîrketa Trenê ne jî karmendên trenê heta niha tiştekî nabêjin. Tenê berpirsên şîrketa trenê dibêjin ku ew bûyerek ne başe û karmendên trenê çewtiyek mezin kirine, “heta bilêta zarokekî nebê jî divê wê teslimê xwediyê bikin. Em ji bo vê bûyerê gelek xemgînin.”
Lê hêja keça 11 salî windaye. Dixweyê dê ev pirs di rojeva Swedê de demekî bête gengeşe kirin. Bûyerek bi vî awayî dikare bibe destpêka tiştên hêja xirab tir.