Îran li Kurdistanê kelhên lêşkerî ava dike
Supayê pasdarên Îranê li ser binpê kirina qanûnên navdewletî û rêzgirtin ji sînorên navbera herêma Kurdistanê û Îranê berdewame. Supayê Pasdarên Îranê di sala bihûrî de heft kelhên serbazî li ser sînorê herêma Kurdistanê ava kir û çend kelhe jî di nav xaka herêma Kurdistanê de çê kir û rêya hatin û çûna otomobîlan jî bo hemû kelheyan dirist kir. Rêya çend kelheyan jî di nav xaka herêma Kurdistanê de derbas dibe.
Di vê derbarê de, muxtarê gundê Wêze Ebdullah Ehmed ji PNA re got: ew çend heyvin supayê pasdarên Îranê mijûlî avakirina sê kelhên din li sînorê gundê Wêze ya ser bi bajarokê Çoman´ê ye.
Ebdullah Ehmed weha jî got, ku heta niha karê avakirina du kelhan bi dawî bûne û kar ji bo temamkirina kelha sêyem dihê kirin.
Herwisa muxtarê gundê Wêze weha jî da xûyakirin, ku kelhên serbazîyên Îranê bi awayekî eşkera di nav xaka herêma Kurdistanê de ne û li deverên Bozî MêrgeSîr, Berd Qelişte û Pîrelok hatine diristkirin.