Nivîsar

Ev şerê çiye?

Her dema ku li Tirkiye bûyerek girîng çêdibe, di cih de nûçeyek ya şer, xebera mirina çend leşkeran yan jî çend çêkdarên PKK-ê dikeve di rojeva siyasî de. Dema bûyerek bi vî awayî pêktê bandore xwe rojeva siyasî dike û daxuyanî tund dibin.

Ji berî demekî Murat Karayilan di hevpeyvînek ya xwe de, da diyarkirin ku, ew şer naxwazin û nakin. Herweha got ku heta leşker êrîşê me nekin em , êrîşê wan nakin. Başe dema Karayilan vê dibêje, ev kine ku çelakiyên çekdarî dikin?

Gelek caran hatiye gotin, ev şer ne di berjewendiyên destxistana mafê rewa yê gelê kurd de ye. Ev şer astengek mezin e di rêya pêşdebirina demokrasiyê li Tirkiye. Ev şer dibe astengek mezin ku civat ber bi civatek sivîl ve here. Ev şer dibe sedemek ku, wesayeta leşkeran temen dirêj dibe.

Ji bo çareseriyê ji berî her tiştekî dive dengê çekan qut bibe. Divê warek aram hebê ku mirov bikaribe erênîtir li bûyera binêre û li gora wê jî gava bavê je. Ji bo vê ev şer astenga herî mezin e di rêya pêkanîna aşitiyê de. Kesên aşitî xwaz kî be bila be, dive li dijî şer dengê xwe bilind bike û rêya diyalog e û bi metoden demokratik li çareseriyê bigere.

Dema yên behsa aşitiyê dikin dengê xwe li himber şer bilind nekin , di pirsa aşitiyê de ne rastin û tenê wê gotinê kar tînin. Bûyera ku li Farqînê çêbûyî li bîra herkesiye. Ew bûyer baş hate gengeşekirin û îro cara yekem e ku bûyerek bi vî awayî dibe pirsek ya lêpirsînê û diçe ber destê dadweriyê.

Di rastiya xwe de, dema ku serfermandarê hêzên çekdar û fermandarên hêzên erdî,deryayî û ezmanî li Tirkiye îstifa kirîn û helwesta hukumetê li himberê wan, gavek dîrokî bû ji bo rewşa siyasî ya Tirkiye. Herweha dema roja yekem ya civîna Şûra Leşkerî ya bilind, bûyera li Wanê çêbûyî gelek balkêşe û ev bûyer bi temamî destê dezgehên tarî yê şer dixwazin xort dike.

Em hemi baş dizanin di nav Tirka û di nav kurdan de jî tebeqek peyda bûye ku jiyana xwe ya siyasî û aborî di vî şerî de dibînin. Heta kesayeta wan di nav civatê de encama vî şerê qirêj e. Ew tu cara naxwazin ev şer dawî were. Ji bo wan av çikas şêlo be jiyan ewkas hesanîtir dibe.

Lêşker naxwazin şer xilas bibe, hêzên tarî wek Ergenekonê û dirêjahiya wan di nav kurdan de naxwazin şer xilas bibe. Şer di xizmeta wan kesan de ye ku yên bi xwînê jiyana xwe berdewam dikin.

Eger em bixwazin aşitî pêkwerê û ji b o çareseriya pirsa kurd gavek bête avêtin, parêstina rêya diyaloge pêwistiyeke. Li Tirkiye çikas leşker aloz bibe, bandore wan li ser sivîlan kêm bibe , dê ewqas rêya diyalogê behtir vebe.

Leşker dixwazin operasyon berdewambin. Dema rewş biçekî li ber aramiyê ve diçe leşker, giraniyê didin operasyona, lê di nav PKK-ê de jî yên daxwaziya şer dikin vale nasekinin.

Operasyon xilas bibe, mercên şer ji hole rabin, dê ev general çi bikin? Leşkerên li Kurdistanê cih bûyîn wê kuve herin? Jiyana fermandaran wê çewebe? Gelo ew ticareta reş a veşartî bi hemi awayî li kujiyê tixûbên sêçika Kurdistanê de tê kirin wê kûve here?

Dema bersiva van pirsan bête dayîn,dê vekirî bixweyê ku ev şer xizmeta çi dike…

2.08.2011
Dara Bilek

Back to top button