Nivîsar

Şerê qirêj ji çapemeniyê exlaq jî nehîştiye

Li Tirkiyê çend rojin ku bi giranî mijara rojevê, ji aliyê gerîlayên PKKê ve revandin û piştî 2 roja serbest berdana parlementerê Dêrsimê yê CHPê Huseyîn Aygun e. Helbet ev tiştekî normal e ku çapemenî bi vê re zêdetir eleqedar bibe lê, zimanê ku çapemeniya Tirkiyê a ku jê re dibêjin “medya navendî” serdaxwaz kiriye ne zimanê aşîtî û aramî xwestinê, zimanê şer û pevçûn geşkirin û girêka mesela Kurd zêdetir kor kirin e.

Di rojname û li ser ekranên televizyonan, dema kesên xwe pisporê ev mijarana dihesibînin û şîroveyan dikin guhdarî û temaşî dikî, dibînî ku di bûyereke bi vî rengî de, qet nikarin rêyeke ku ber bi aştîyê ve biçe bibînin. Bi gelemperî çima ku Aygun bixwe jî Kurd e, dibêjin di navbera van de şîke heye an gotin û nirxandinên xwe tînine wê wateyê. Çapemeniya ku pêwist bû bi berdana parlementer Aygun xweşhal be, berevajî vê em dibînin ku bi serbest berdan û bi taybet jî ji peyamên PKKê yên ku bi vê rêyê xwestiye bigihîne rayagiştî, gellekî nerehet bû ne. Halbûkî, dema mirov li daxuyaniyên Huseyîn Aygun mêze dike, bi hêsane dibîne ku, endamên PKKê dixwazin ku ev şera raweste û êdî xwîn nerijê. Heta ji bo vê, ji Aygun rica kirine ku ew û partiya wî CHP hîn zêde ji bo vê armancê hewl bide.

Tenê di vê mijarê de 2 mînak: Parlementerê Dîlokê yê AKPê Şamîl Tayyar, roja ewil ku Aygun hate revandin, bi peyamên sosret kete rojevê. Tayyar wiha digot,   “”PKKê Huseyîn Aygunê CHPyî kiriye mêvan, bila muhabbeta we zêde be, zêde be lê gel bi vê lîstikê bawer nake.” 

Yek jî Fatîh Altayli. Altayli dibêje ku, PKKê Huseyîn Aygun, çima ku cudaxwazî kiriye revandiye.

Dîsa Huseyîn Gulerce di rojnameya Zamanê de dipirse, “gelo bi rastî PKKê Aygun revand?”    

Bi gelemperî çapemeniya Tirkiyê helwesta xwe a her timî careke din nîşan da û berê xwe bi mirina xortan, pişta xwe jî bi aşîtî û aramiya welêt re kir.  

Back to top button