Civak
Serok guh da pirsên zaroka
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê serdana Birêvebiriya Çavdêriya Civakiya Hewlêrê kir û ji aliyê Birêvebir û karmendan ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Li civînek de li gel Birêvebir û Karmendên Birêvebiriya Çavdêriya Civakiya Hewlêr ji nêzîk ve guhdarî kêşe û girift û karên wan kir.
Paşê serok serdana xaneya newcewanên kur û keçên bêserpereşt kir û guh li daxwazî û dawakariyên wan girt û amadehiya xwe nîşan da ku li gel Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hemû hewlek didin ji bo çareserkirina daxwaz û kêmkirina êşên wan.
Li dawiyê de dûbare destxweşiyê li karmendên Birêvebiriyê kir ji bo kar û hewlên wan û got: Ew karê ew dikin pîroze û cihê destxweşiyê ye û heman demî de erkekî nîştimaniye.