Iraqê rê neda Bahçelî ku biçe Kerkukê
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeliyê ku, plan kiribû ku nimêja cejna remezanê li mifgefta Kerkukê bikelê, hikumate navendî a Iraqê, ji bo serdana Bahçeli a Kerkukê destûr neda. Devlet Bahçeli plan dikir ku di navbera 18 û 21ê Tebaxê de serdana bajarê Kerkukê bike. Li ser vîze nadana Iraqê, serdana Bahçeli hat ragihandin ku hatiye betal kirin.
Serokê MHPê Bahçeli, dixast ku ji ser Musulê re derbasa Kerkukê bibe. Sedema vê jî gellekî balkêş e. Bahçeli, li ser pasaporta xwe mora Kurdistanê nexwestiye û ji bo vê jî serî li rêyeke bi vî rengî daye. Ji bo vîzeyê jî Bahçelîi serlêdan li wezareta karên derve yê Iraqê kiriye. Heta niha hinceta vîze nedayina Bahçeli nehatiye eşkerekirin.
Çendakî berê jî, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, piştî serdana Serok Barzanî çûbû Kerkukê. Li ser vê, hikumeta Iraqê bi zimanekî tund ev serdana Davutoglu rexne kiribû.