Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê civiya

Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê, duhî roja sêşemiyê 15.08.2012ê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê de civiya.

Di destpêka civînê de, bi minasebeta hatina cejna remezanê, civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê pîrozbahî li xelkê Kurdistan, Îraqê û tev misilmanên cîhanê kir û cejneke bi xweşî û aramî di atmosferekî biîstîqrar û tebayî de bo xelkê kurdistanê û Îraqê xwest.

Di civînê de bernameyê wezareta edaletê hat minaqeşe kirin û ji aliyê civata wezîran ve hat pesind kirin. Civînê çend biryarên girêdayî wezareta edaletê derkirin:

1- Wezareta avadankirinê bi hevahengî digel wezareta edaletê avahiyan, li wan deverên pêwîstî pê heye, bo saziyên ser bi wezareta edaletê ve ava bikin.
2- Ji bona çareserkirina kêmasiyên yasayên hene, konferenseke taybet bi yasayan bo wezareta edaletê bê saz kirin.
3- Zîndaniyên ser bi wezareta kar û karûbarên civakî ve ne, bikevine ser wezareta edaletê.

Herwesa di civîna civata wezîran de behsa rewşa zarokên nexweş bi nexweşiya Talasîmya (Thalassemi) kir û birayar hat dan ku, senterek ji bo pêşwextdestnîşankirina nexweşiya Talasîmya bê damezrandin daku, ev sentere di kêmkirina rêjeya nexweşiya Talasîmya de rol bibîne û ew nexweşiyên pêwîstî bi çareriya dervey welêt heye bo nexweşxaneyên derve bên rê kirin.

Herwesa biryar hat dan ku, desteyeke pispor bi çareserkirina nexweşiyên dil bê pêkanîn.

Weke tê zanîn hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo her nexweşekê Talasîmya salê 50 hezar dolaran xeric dike ku, bi giştî nêzîkî 100 milyon dolar in di salekê de. 

Back to top button