Polîtîk

Partiya me hilgirê rêbaza Barzaniye

Bi minasebeta salvegera damezrandina Partiya Demokra ta Kurdistanê û herwiha ji dayik bûna Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê û endamê  Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê ye:


Bi navê xwedê mezin û dilovan

Bi minasebeta 66 saliya damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û herwiha jidayik bûna cenabê Serok Barzanî gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî bavê xwe yê xweştewîst cenabê Serok Barzanî û tevahiya Kadiro, Endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê dikim û herwiha bi vê minasebeta han jî silavên xwe pêşkêşî Pêşmergeyên qehreman û malbetên serbilind yên Şehîdan û Enfalan dikim.

Destkeftên niha yên Kurdistanê berhemên ked û xwîna wan ezîzanin lewre malbetên wan jî hêjayê xizmetkirineke baştirên û ez piştgîriya tevahiya daxwazin wan dikim û dibe ev çînên han bibin armanca xizmeteke baştir û zêdetir ya partî û Hikûmetê.

Di esasê xwe de damezrandina partiya demokrata Kurdistanê bo wegerandina hêz û hêviyên Gelê Kurd û yek xistina hêza Kurdî bû, niha jî ku, pêngavên girîng hatine avêtin û destkeftên girîng jî hatine bidestxistin, lê hîn jî pêdeviya me bi yek xistina hêz û refên xwe heye, lewre tekez li ser tebayî û yekrêziya nav mala Kurd dikin daku, bi hewla tevahiya aliyan di nava vê pêvajoya hesas de bikaribin berejwendiyên Gelê xwe biparêzin û doza xwe ya reva pêş de bibin.

Partiya me li ser erka xwe ya parastina destkeftên han û xizmet kirina tevahiya welatiyan bêyî ti cudatî berdewam dibe, partiya me ne bi qise, diroşme û siloxanan û ne bi berevajî kirina Dîrokê belku, bi piratîk, dilsozî, fedakarî û xebat pêşengê bizava rizgarîxwaz ya Gelê Kurd bûye û niha jî di bin Serokatiya Serok Barzanî de li ser vê riya han vê berdewam be.

Partiya me hilgirê rêbaza Barzaniye û ev rêbaza han jî korûkiya xebat û xizmet kirina Gelê Kurde, lewre pêwîste gelek hişyar bin daku, ji vê rêya han dernekevin.

Partiya me partiyeke vekirî ya netewiye û têde cîha her Kurdekî nîştimanperwer dibe, lewre pêwîste tevahiya Kadiroyên Partî hîn zêdetir xwe nizî xelk bikin û beşdariya xweşî û nexweşiyên xelk bikin û xemên tevahiya pêkhateyên Kurdistanê xemê wan be.

Rol û hêza partî û Cenabê Serok Barzanî li Deverê de roleke sereke û diyare lewre dibe rewşa navxweyiya partî jî li gor ev rola han be jiber vê çendê jî pêdeviya me bi çaksazî di nava rewşa navxweyî ya partî de heye.

Partî xwedan karînên gelek zêde yên miroviye lewre dibe bi bername fêde ji wan karînan werbigire.

Silav û rêzên xwe pêşkêşî ev kesan dikim ku, bi xebatên xwe partî gehandine vê pêvajoya han.

Niha jî ciwanên partî ev rêbaz û xebata han bi germî didomînin û ev ciwanên han jî sermayeya sereke ya partîne.

Liwir û bi vê minasebeta han daxwaz dikim daku, di nava partî de derfeteke baştir ji ciwanan re were dayîn daku, karînin xwe bixin xizmeta Gel û partiya xwe.

Hêviya min bi hêza wan ciwanan geleke û dibînim ku paşeroja partî jî bi wan ciwanan re gelek geş û baş dibe.

Di dawî de bi vê minasebeta han careke din serê xwe li hember Şehîdên partî ditewînim û hêvî dikim tevahiya me bikarîn bi yek rêzî ev rêbaza han ya Şehîdan bidomînin û bo bi dest xistina tevahiya mafên reva yên Gelê xwe tê bikoşin û ev armancên han yên ku, ev Şehîdên ezîz bo bidest xistina wan canê xwe feda kirin bidest bixin.

Her şikûdar be ev bîranîna han, bo pêşeve ber bi bextewerî û serkeftina zêdetir.

Mesrûr Barzanî

15.8.2012

Back to top button