Dînbûn
Wekî Çîroka ku Omer Seyfettîn ji wêjeya Çîniyan jêderkkirî, heçku me teva ava ku mirovan dîn dike vexwariye. Heçku hemûyê Tirkiye aqlê xwe xwariye, dînbûye.
Ev dînbûn li her deran e jî.
PKK dirabe li Dêrsimê parlamentere ku gel jê hez dike direvîne.
Huseyîn Aygun navekê ku komkujiya Dêrsimê anî rojevê û li Dêrsimê bi rexne kirina PKKê hatiye hilbijartin e.
Di zana min de Heta niha PKKê tu çalakiyên wisa berevajî lidarnexistiye. Zilamekê ku gel jê hez dike, zilamekê ku li dijî dewletê mixalefet dike, zilamekê ku pergalê jêpirsîn dike, direvîne. Berê çekên di destê xwe de didin hilbijartina gel, yanî kesê ji aliyê gel ve hatî hilbijartin.
Gelo bi parlamenterekê ku CHPê rexne dike, heyama Ataturk jêpirsîn dike, hêrsa dewletê kişandiye ser xwe re çi pirsgirêka PKKê heye?
Herhal tu rêxistin tune ku berê çekên xwe dane mixalifên dewletê. PKK jî li gelê ku dewletê lê dayî dide. Encama ‘me bindest kir’ û xwe mîna dewletê dîtin, herhal ev dînîtiye.
Fikra ‘ez dikarim hemû tiştî bikim’ destpêka daketinê ye. Dêrsim piştgirî bide kîjan siyasete ferq nake, li vî welatî nîşana mezlumiyetê ye, tu nikarî wisa bihêsanî destê xwe bidî Dêrsimê, Dêrsimiyan.
PKK bi vê çalakiya bêwate hêrsa BDPê jî kişand ser xwe. Li gor min, ji bo pêkanîna çalakiyeke wisa, divê mirov bêçare be.
Dibêjin hema bila deng derkeve, çi bibe bila bibe. Ger wî dengî di çalakiyên tewşo mewşo de bigerin, dibeku dengê nexwazin seh bikin.
Ahmet Altan
Taraf/xeberênkurdî.com