Eyb e Zilm e

PKKê di dîroka xwe de cara ewil parlementerek revand. Ev parlementer, ne bitenê dilê Dersîmiyan, dilê hemû welatiyan qezenç kirî Huseyin Aygun e. Hinceta revandina PKKê jî gelek ecep e. “Me, Huseyin Aygun li ser gazincên xelqe, binçav kir”.
Ger grubên înternetê, medyaya cîvakî yê Dersîmiyan were şopandin, tê dîtin ku ev diyara PKKê, Dersîmiyan, Elewiyan û bi taybetî jî Kurdan, aciz kir, hêrs kir. Ger rêxistina ku guh dida ser gazingên xelq hebûya, xwastina çekberdanê bînaniya şûne. Ya ku Dersîmiyan, Elewiyan Kurdan û Tirkan ji PKKê dixwazin, çekberdan ê. Welatiyan dixwazin ku PKKê ji ve metoda wekî 100 sal berê mîrovan radikin çiyan berde û ji ev rê vegere.
Ji ber vê yekê, diyarên PKKê yên ku derbarê revandina Huseyin Aygun ve hat kirin wek ‘gayrîcîddî’ hat dîtin. Kurdan, di çarçoveya nişana rêxistinê de ger rojek rêxistin bibe rayedarê herêmê, çi were serê mîrovan gelek baş fehm kirin. Ger di nav ev şerd û mercan de bilem, PKKê ji Aygun aciz dibe, heqet sibê însanên herêmê ewlehiya mal, can û onura xwe çava peyda bike…
Lêbelê, çalakiyên revandinên PKKê bi tenê ji bûyera Huseyin Aygun ve neqedê. Rêxistinê, di 2012 an de, polîs, esker, gundparêz, tendurîstvan, siyasetmedar û karker jî di nav de bi tevahî 145 kes revandiye. Duh bi ev hejmara revandina karkerên balafirgeha Hekariyê ve hêj zêde bû.
Bê guman di bin ev çalakiyan de xwastina PKKê ya qontol kirina herêmê heye. Rêxistin di demên dawî de li çiyayan, şûna teqdîxa ‘lêxe û bireve’; teqtîxa ‘Qed girtin’ê bikartîne. Li ‘deştên rast’ jî, êrîşa siyasetmedar, mamoste, karkeran dike. Dema ku mîrov li ev êrîş û zordanên rêxistinê dinêre, dikare fehm bike ku rêxistin dixwaze li herêmê qontrolê têke bin destê xwe.
Ji ber sîstema KCKê ya ku bi xwe ava kirinî, ji nivî rojhilata başûr zêdetir li ber çavên wan wekî ‘xaîn’, ‘cahş’ û ‘dijmin’in. Ji bo vê yên ku ji zordaniya rêxistinê bandordar bibin gelek zêdene. Ger li pratîxa were nêrîn, bê teşbih be li dijî me dewleteka biçûk ‘Kemalîst KCK’ heye. Bi kirin û îdolojiya xwe ve ji dewra partiya yek a CHPê tu ferqî xwe tuneye. Hele ku mîrov, nîqaşên ji Kurdan re xwuserî yên di rojên dawî de zêde bûnî, dinêre girîngiya rewşê dikare bibîne. PKKêya ku Huseyin Aygun direvîne, ger qontrola herêmê bi dest xwe bixwe kê dizana xelqê herêmê çi bibîne.
Kurdên Iraqê, Kurdên Sûriyê ji xwe re herêmekê xwuser dikarin ava bikin, ez vê yekê fehm dikim. Dibe ku Kurdên Tirkiyê, ji hemû Kurda zêdetir xwuserîtiyê heq dikin lê ez bawerim ku Kurdên Tirkiyê di bin rêvebira PKKê de birevin welatin din. PKKê hêj li herêmê otorîte ava nekiriye lê rexma vê yeke siyasetmedarên cuda, karkerên ku nanî xwe qezenç dikin, masmotayên ku tayîna herêmê dibin ji rêxistinê gelek zordariyê dibinin. Ger rêxistin îro ewna bike, kê dizana ev zihniyeta bibe dewletek dê çi bike… Ez newxazim bînim aqlî xwe…
Diyara BDPê ya ku derbarê revandina Huseyin Aygun de kirî mînakeka watedare. Heveserê partiye wekî lîderê PKKiyan axifî û got ‘alıkonma’(derdest kirin). Ev yeka ji bo demokrasiye eybeka mezine. Ne Aygun, ji bo hemû kesan derdest kirina zordarî rast bi rast eşqiyatiye. Parlementerên Kurd yên ku ji aliyê dewletê ve bi caran hatin derdest kirin, çawa piştgirî nadin parlementerekê gerew ez fehm nakim. Ev eybiyeka mezine.
Huseyin Aygun ji bo xirakirina ‘tabûya Dersîmê’, mîrovekê girînge. Dewletê piştî salan, sedema dadestpê kirina nîqaşên wî, ji bo komkujiyê, ji Kurdan lêborîn xwast. Ji bo hewlên wî îtîbara Dersîmiyan dîsa dan wan. Huseyin Aygun bi hewlên ku ji bo cînayetên kiryar ne diyar ve derket hole. Mîrovekê wiha ji aliyê rêxistinê ve qebûl kirina wekî dijmin û ra kirina çiyayan, zilme, eybe, kuştina demokrasiyêye.
Kurtuluş Tayiz
Taraf/Xeberênkurdî.com