Polîtîk

Rêya Kekûkê Kurdistanê re derbas dibe

Serokê partiya nijadperest a tirkiye MHP-ê Devlet Bahçelî ji bo mêja cejna Remezanê dixwaze biçe bajarê Kurdistanê Kerkûkê. Lê Bahçelî naxwaze  di bin ala Kurdistanê re  herê û herweha naxwaz e mohra Kurdistanê li pasaporta wî bikeve. Ji bo vê yekê jî dixwaze herê Musul û xwe bigihînê Kerkûkê.

Li di dawiyê de MHP neçar ma daxwaz ji wezareta derve ya Tirkiye bike ku, ew ji hukumeta Kurdistanê daxwaz bikin ku rê li ber Bahçelî negirin û hayê wan jê hebê. Wezeret a Derve ya Tirkiye bi awayek fermî ji hukumeta nawendî ya Bexda û hukumeta Kurdistanê re name rêkirin û daxwaz kirin ku serokê MHP-êli welatên wan bête parastin.

Wek Barzaniyê nemir gotî Kerkûk Dilê Kurdistanê ye. Her rêyeka herê Kerkûkê li Kurdistanê re derbas dibe. Bahçelî ev rastî fam kiriye. Lê wek ji berî niha jî di malpera Rojevakurd de hatê xûyakirin, nabê bi tu awayî kurd rê bidin Bahçelî rolek nijadperestî li Kerkûkêbileyze. Herweha bi çi awayî be divê Bahçelî bidin hesandin ku ew li Kurdistanê ye. 

Nûçeya pêwendidar:

https://rojevakurd.com/politik/10899-Nab-kurd-bidin-Bahel-rolek-nijadperest-bileyz.html

Back to top button