Nivîsar

Şerê arikariyên BCF şerê mirovatiyê ye

Li Tirkiye, Suriye, bakur û rojavayê Kurdistanê erdhejek mezin çêbû, hemwelatiyên Kurd gelek ziyanek mezin dîtin û bi sedê hezaran bûn qurbanî û dehê hezaran jiyana xwe ji dest dan. Xelkê ji dev mal û milkê xwe berdan , bi dehan kes ji malbata xwe binax kirin û berê dan deverên din ku bikaribin jiyana xwe bi awayekî berdewam bikin. Ev Tofanek mezin bû.

Cihanê arikariyek mezin kir, gelek dezgehên xêrxaziyan li gora imkanên xwe arîkariya xelkê bi awayekî kirin.  Kurtahî aliyên siyasî, dezgehên sivîl û xêrxaziyê li herêmên erdhejê tişta hatî milê wan kirin.  Hukumeta herêma Kurdistanê roja yekem hewara birayên xwe yên bakur çû. Bi timên xwe yên pizijkî û makinên kar û herweha bi hemû imkanên xwe di demjimêra ewil de xistin di bin xizmeta maxdûrên erdhejê de.

Ji aliyek din Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî bi hemû imkana xwe berê xwe da bakur û rojavayê Kurdistanê. Kasî karîn arîkarî gihandin maxdûrên erdhejê. Taybetî çûyina Dezgehê Xêrxaziya Barzanî li Efrîn û Cenderesê cihê şanaziyê ji bu Kurdan bû. Yekem dezgeh bû ku arîkarî gihand rojavayê Kurdistanê.

Taybetî serdana serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya herêma erdhejê bo moralek mezin ji bo xelkê û wan ji bilî arîkariyê bi awayek moralî jî dan xûyakirin li tenişta birayên xwe yên bakur û rojavayê Kurdistanê ne. Bê guman serdana serokê Herêma Kurdistanê bu cihê dilxweîiya herkesekî. Ji ber ku, serok Nêçîrvan Barzanî şirîkatiya xem û êşa birayên xwe li bakur kir.  Ev gelekî nakevin di nava hurguliyan de.

 Lê mixabin wek hercarê PKK ji vê helwesta mirovahî ya herêma Kurdistanê gelek aciz bû. Ji ber berteka hemwelatiyan nekarî di destpêkê de vekirî li dijê helwesta serokê herêma Kurdistanê û Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî derkeve. Lê nekarî xwe û cardin bi derewa êrîşê herêma Kurdistanê û PDKê kir.

Di malpera Lêkolînê de ku, ji aliyê qendil û dezgehek weşartî kes nizane çiye ve tê derêxistin. Kesekî bi navê Dozdar Xerîb makaleyek! li ser bingehê derewan nivîsandiye û dijminatiya PDK û Barzaniyan dike.  Ne hewceye ku, mirov behsa derewên dike hemûyê bike. Lê çend  tişt hene ku gerek behsê bê kirin.

Xerîb dibêje ku, li gel Erdogan û çeteyan li hevhatin û bazarî kirin heta xwe gihandin Efrînê. Efrîn îro di bin kontrola Tirkiye de ye. Efrin demekî di bin kontrola PKKê de bû. Lê wan Efrîn firotin Tirkiye û radestî Erdogan kirin. Niha jî di bin kontrola Tirkiye de ye. Raste Efrîn hatiye dagirkirin, lê hevpeymanê dagirkera PKK ye. Li vê derê di vê pêvajoyê de ya girîng arikariyek mirovahî bigihe Efrîn û Cenderesê. Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî jî ev berpirsiyariya xwe aniye cih.

Di cihekî nivîsê de Xerîb Derewvan dibêje:Piştî vê danûstendinê, beşek ji karmendên alîkariyê yên karwanê dezgeh derbasî herêmê bû. Du roj piştî derbasbûna alîkariyê, serokê KDPê Neçirvan Barzanî çû Tirkiyê. Dema Neçirvan çû Tirkiyê de bazara herî mezin hate çêkirin.“

Berê xwe bidinê xwediyê nivîsê heja nizanê postê Nêçîrvan Barzanî di PDKê de çiye? Ji aliyek din Nêçîrvan Barzanî wek serokê herêma Kurdistanê yekem serok bû serdana deverên erdhejê li bakurê Kurdistanê kir û li gel xelkekê hate ba hev. Gelo bazara çi hatiye kirin? Madem hun ewqas akilmend û zanane hinekî ji xeyalên xwe yên destçekirî dûr bikevin û bi awayek rastî bi belgeyan behsa vê bazarê bikin. Eger bazarek hebe ew jî tenê ji bo dermanakirina birênên hemwelatiyên di erdhejê de bûne qurbanî ye.

Nivîskarê derewîn dibêje ku, Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye kir û bazarî kir. Serokê herêma Kurdistanê ewilê serdana bakurê Kurdistanê kir û piştre ji bo hevdîtinek fermî serdana Tirkiye ya Enqere kir. Hêja devê nivîskar nagere bêje bakurê Kurdistanê.

 Li beşek din ê nivîsê de dibêje ku, Dezgehê Xêrxaziya Barzanê bi alayên PDKê derbasî Efrinê bûn. Sembola  karmendên Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî  û herweha timên ji bo arîkariyê çûyin Ala Kurdistanê bû. Xelkê hejarê Efrinê bi alayên Kurdistanê pêşwaziya arikariya karwanê xêrxwaziyê kirin. Heta ku PKK Ala Kurdistanê wek ala PDKê bibîne , mejiyê zingar girtî dê her dijminatiya gelên Kurdistanê bike. Bese vê ca rastiya heyî bibînin û berê xwe ji xiyanetê bidin aliyekî.

 Rastî gelek tişt hene ku mirov dikare bêje, lê zû bi zû gotin û rastî nakeve serê mirîdan de.

24.2.2023

N.Firat

Nêrîn/Şirove

Back to top button