Cîhan

Kolerayê li Mozambîkê serî hilda

Wezîrê Tenduristiyê yê Mozambîkê Armindo Tîago, ragihand ku ji serê salê heta niha hejmara kesên ku ji ber nexweşîya kolerayê jiyana xwe ji dest dane derket 37an.

Tîago, da zanîn ku heta niha zêdetirî 5 hezar nexweş hatine tespîtkirin. Li gor Tiago dibêje, li dijî nexweşiya kolerayê derziyek peyda kirine û wê vê hefteyê dest bi kampanya derzîlêdanê bikin. Tiago destnîşan kir ku ew hêvî dikin li seranserê welêt 700,000 mirovan derzî bikin.

Bûyerên kolerayê ku bi salan e bi saya tedbîrên sazî û hikûmetên tenduristî yên cîhanê kêm dibin, ji ber sedemên wekî guherîna avhewayê, xizanî û pevçûnan dîsa dest bi zêdebûnê kiriye. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê, li gelemperiya cîhanê ji sala 2017an heta 2021an hejmara welatên ku bi nexweşiya kolerayê ketine di bin 20î de bû, tenê di sala 2022an de li 26 welatan nexweşîya kolerayê hatiye dîtin.

Back to top button