Cîhan

83 hezar kesan xwe spart Etiyopyayê

Li Somalîland a ku serxwebûna xwe ji Somaliyê bi awayekî yekalî ragihandibû û di şer û pevçûnan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dabûn, zêdetirî 83,000 kesên ku ji pevçûnan reviyane xwe spartin Etiyopyayê.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, ji ber şer û pevçûnên ku di navbera hêzên Somalîland û muxalefetê de ji 6ê Sibatê û vir ve dewam dike, zêdeyî 83 hezar kesî xwe spartiye Etiyopyayê. 

Di daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) de hat parvekirin ku ji ber şer û pevçûnên li bajarê Las Anod û derdora Somalîlandê sivîl derbasî herêma Doolo ya Etiyopyayê bûne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta niha zêdetirî 83 hezar sivîl xwe spartine Etiyopyayê û hat destnîşankirin ku piraniya penaberan zarok û jin in. 

 

Back to top button