Serdana serokê Kurdistanê ya Rusya çi bidestve anî

Gelek caran serdanên serokê Kurdistanê Mesud Barzanê li hinek welatan wek gavek dîrokî tê nirxandin û ji bo Kurdan gava yekemîn û girîng tê dîtin. Serdana serokê Kurdistanê ya Rusyayê jî gavek ji vayên girîng û dîrokî bû.

Ji berî her tiştekî vekirina mala ku serokê nemir Mustafa Barzanî li Moskova, gelek bûyerek manewî û dîrokî bû. Barzanî di dema sergoma xwe de serdana Moskova kiriye û li gel serokê Sovyetê hevdîtinek pêkaniye. Serdana Barzaniyê nemir ya Moskova tê zanîn û berxwedana wî ku heta kariye serokê Sovyeta yê wê demê bibîne û behsa êş û elema gelê xwe bike.

Xwezî niha li Başûrê Kurdistanê jî ew cihên ku Barzaniyê nemir lê mayî û şoreşa îlonê rêve birî û herweha ew cihên bûyîn şahidê gavên dîrokî bihatan parastin îro xelkê bikaribiya serdana wan cihan bikira. Lê mixabin heta wek niha ev pêknehatiye.

Serokê Kurdistanê li Rusya hevdîtinên gelek girîng pêkanîn. Hêdî hemî serdanên serokên welatan aliyê siyasî û aliyê ekonomîk derdikevin pêş. Ji xwe siyaseta cîhanê jî li ser vê hatiye avakirin.

Serokê Kurdistanê li gel serokê Rusyayê, wezîrê derve û gelek dezgehên girîng yên Kurdan û Rusa hevdîtin pêkanîn. Barzanî li gel çapemeniya vî welatî jî hinek hevdîtin û hevpeyvîn kirin.

Ji aliyê siyasî de çend xalên girîng derketin pêş.
Yekem Rusya dixwest çekên giran bifroşe Iraqkê û hukumeta Malikî. Dema ev çek bikevin di destê Malikî de pêşeroja Kurdistanê di tebîetê xwe de dikeve xeterê de. Ev pirsa hanê hate rojevê û li gora agahdariyan Barzanî di vê derbarê de tişta ku xwest destxist.

Wek tê zanîn pirsa Suriye de Rusya, Çîn, Îran û Rejima Suriye wek eniyekî tevdigerin û pişgiriya rejima Esed dikin. Barzanî li ser pirsgirêka Suriye ji bo garantîkirina mafên Kurdan li Rojava dîtinên xwe ji berpirsiyarê Rusya re gotin û di vê derbarê de jî serkeftinek dîplomatik destve anî.

Herweha civînên li gel birêveberên Kompanya Gazproma Rûsî hatin kirin jî di warê ekonomî û pêşketina Kurdistanê de gavek girînge û delîlê wê yekêye ku, desthilatdariya Kurdistanê xwedî biryare li ser xêratên welatê xwe.

Di vê serdanê de, Hukumeta Kurdistanê li himber siyaseta Malikî ya çewt bi hêztir dibe û ev yek hemî cihbicih kirina madeya 140ê nêzik dike.

Di rojên pêşiya me de, wê giringiya serdana serok Barzanî û bandora vê serdanê di hinek bûyeran de vekirîtir bixweyê.

Serokê Kurdistanê bi vê siyaseta ku îro ya cîhanî rêve dibe bûye mertalek ji bû parastina destkeftiyên Kurdistanê yên netewî.

24.02.2013

Dara Bilek

 

Nerîna min :