Kultur

Festîvala Fîlmên Kurdî li Swêdê

Di festîvala ku çar rojan wê berdewam be de bi giştî 13 fîlm tên nîşandan. Hevpeyvîn bi berpirsê projê Yasemîn Yekta Salik û Zanyar Adami re.

Berpirsa projeya fîlmên kurdî li Swêdê Yasemîn Yekta Salik ji biçûkayiya xwe ve bi karê çêkirina belgefîlman ve mijûle û ev çend sal in ku ew wek derhêner kar dike.

Heçî Zanyar Adami ye ew li Swêdê bêhtir wek rojnamevan tê naskirin. Hîna pir xort wî kovarek bi navê Gringo derxist û bi salan ew bi rê ve bir. Di hejmarek rojnameyên Swêdî de gotarnivîsî kiriye lê gav bi gav ew jî nêzîktirî çêkirina fîlman bûye û herî dawî belgefîlma wî ya bi navê ”The Guerilla Son” ango ”kurê gerîlla” di televîzyonên Swêdê de hate weşandin.

Yasemîn ji bakur, Zanyar ji rojhilatê Kurdistanê ye. Herdu jî temenê wan derdorê 30 salî ye, li Swêdê mezin bûne, xwendine û kar dikin.

Îcar hejmarek ciwanên wek wan, ku li Swêdê nifşê duyem yên kurdan e û ekseriyeta wan bi karê hunerî re mijûl in, berya salekê li hev kom dibin û ji xwe dipirsin bê ji bo çi festîvaleke fîlmên kurdan li Swêdê nîne.

Ciwanên ku li hev kom bûne paşê komeleyeke bi navê ”Stockholm Kurdish Film Festival” ava dikin. Hejmarek kesên din jî beşdarî nav xebatê de dibin û bi giştî 30 kes xebatên amadekirina festîvalê digrin ser xwe û bi awayekî dilxwazî vî karî bi rê ve dibin.

Û niha berhema amadekiriyan derdikeve holê. Ji bo cara yekem îro festîvala fîlmên kurdî li Swêdê dest pê dike. Di nava çar rojan de li sînemaya Bio Rio 13 fîlm dê bên nîşandan.

Fîlm bi zaravayên cuda yên kurdî, bi tirkî û swêdî ne, lê di hemû fîlman de mijar rewşa gelê kurd e.

Amadekarên festîvalê radigihînin ku ew bi vê festîvalê dixwazin hem kurd bêhtir hev nasbikin, hem jî ew bibe pirek di navbera Kurdistan û Swêd de.

Festîvalên fîlmên kurdî li Ewrûpa berya niha li Berlîn û Londra hatine lidarxistin. Festîvala Londra ji 2001ê ve li dar e û heta niha heft caran ew hatiye amadekirin.

Li ser festîvala li Swêdê Yasemin Salik dibêje:  ”erê ev cara yekê ye ew tê hazirkirin, lê ev wê nebe cara dawî”.

Beşir Kavak/Zeyale

Besir.Kavak​@sr.se

 

Back to top button