Civak

Malbatek kurd li Ermenistanê hewceyê arîkariyê ye

Malbateke kurdên êzdî li Ermenîstanê bi hêviya alîkariya we ne!

Ev malbata kurdên êzdî li Ermenîstanê li bajarê Stêpanavanê dijîn. 10 endamên vê malbatê di xanîyeke hesin a yekodeyekê de dimînin. Ev xanî jî ne ya wan e. Xwediyê xaniyê her car tê, şerê wan dike û wext dide wan ku ji xaniyê wê derkevin. Mezin bêkar in (bav: nexweşiya wî ya dil heye, nikare kar bike, dayik: kûçeyan paqij dike, lê niha ew kar jî tune). 

Zarok naçin mektebê. Rewşa wan û derfetên wan têra çûyîna mektebê nakin. Sê zarokên wan nexweş in, lê pere ji bo dermankirinê tune ye. Ji dewletê bi meh 34 000 dram (nake 100 dolar jî) distînin: îdara xwe bi van pereyan dikin. Tev jî kurê wan î 12 salî Êdîk hesin û şîşan kom dike, dibe teslîm dike. Weku ew bixwe qal dike, di jiyana xwe de tenê carekê çûye mektebê, ew jî hevalên wî bi kinc û solên wî keniyane. Piştre êdî neçûye. Hevalên wî jî tunene. Dema xwe gişk li ser peydakirina hesin û şîşan derbas dike. Pêlîstokên wî tunene. Xeyaleke wî heye: mezin bibe, bibe xwedî kar û malbata xwe ji vî rewşî derxe.
Kebaniya malê Êtêrî Mamûdova qala rewşa xwe dike: ‘‘Zarok naçin mektebê. Derfet tune wan paqij bikim. Cêyran û av di vê xaniyê de tune. Avê em bi derdanan bar dikin tînin. Kinc û sol tune. Pêdiviyên ji bo xwendinê gelek biha ne. Ez nikarim pêk bînim. Sê zarokên min nexweş in. Bijîşk gelek pere dixwazin.

Derman biha ne. Keça min a 14 salî par li ber mirinê bû. Bi alîkariya şaredar me wê dîsa rakir li ser lingan. Nexweşiya wê nayê qenckirin. Tenê em dikarin rewşa wê hinekî li wê sivik bikin’’. Di vê rêportajê de Êtêrî nexwestiye bêje, lê ji me re got ku keça wê bi tuberkulozê nexweş e. Gerek ew bi endamên din re di xaniyekê de nemîne. Zêde ew li nexweşxanê dimîne. Lê ji ber tunebûna pereyan nayê dermankirin. Niha rewşa wê dîsa xerab e. Bijîşk pereyan dixwazin. Keça wê ya 11 salî jî bi epîlepsiyê nexweş e. Yek jî şekirê wê heye. Keça wê ya mezin bi sê zarokên biçûk re li cem wan e. Êdîkê 12 salî pereyên ku li ber hesin û şîşan ve distîne, dide nan û tîne malê. Zarokên ermeniyan li wî dikenin, pey wî dikin gazî, lê ew bala xwe nade wan. Pêlîstokên wî tune ne. Pirsa: ka çima ji xwe re bi wan pereyan pêlîstokan nakire, wiha dibersivîne: ‘‘Nan têra me nake, ma ezê çawa pêlîstokan bikirim? Ez têm malê, zarokên xwîşka min tên pêşiya min û nan dixwazin. Tenê xeyaleke min heye: zû mezin bibim û malbata xwe ji wê rewşê derxînim. Dê û bavên min êdî mezin in, nexweş in. Gerek êdî ez li wan xwedî derkevim’’.

Gelek caran ji Êtêrî re tê gotin ku zarokan teslîmî sêwîxanê bike. Ew qayîl nabe. Gelo eger ev zarok ji malbatê bên qetandin û li sêwîxanê mezin bibin, wê neyên helandin? Helbet! Ma Kurdîtiya wan ê bimîne yan Êzdîtiya wan? Bêguman ew ê ne tenê ji malbatê werin dûrxisitn, her wisa ji koka xwe, ji netew, ol û zimanê xwe. Bêguman ew ê di demeke kin de nasnama xwe wenda bikin.
Lê Êtêrî qayîl nabe..

Kampanyayeke ermeniyan ev reportaj bi wan re çê kiriye û bangî alîkariyê dike. Lê hîn tu alîkarî pêk nehatiye.
Êtêrî qal dike ku gelek car tên, dikişînin, lê kesek destê xwe dirêjî wan nake. 
Malbateke kurdên êzdî: nexweş, birçî û bêsitar…

Me hesaba bankê ji bo wan vekir. Baldariya me li vê malbatê wê biberdewamî be û zû bi zû emê li ser rewşa vê malbatê we agahdar bikin.
Kesên ku dixwazin xêra xwe bigihînin wan:

Euro transfer:
İNTERMEDİARY BANK     DEUTSCHE BANK AG FRANKFURT AM MAIN,

                GERMANY
SWIFT CODE        DEUTDEFF
BENEFICIARY’S BANK        ACCOUNT: 10094773990000
                                             
    CJSC INECOBANK, YEREVAN, ARMENIA
SWIFT CODE:    INJSAM 22

BENEFICIARY    20513 53003201040
NAME AND ADDRESS    ALTUN MAMOYAN

USD transfer
Intermediary Bank:    DEUTSCHE BANK TRUST COMPANY AMERICAS
    60 WALL STR.,
    NEW YORK, USA
    SWIFT CODE: BKTRUS33
    FW: 021001033
Beneficiary’s Bank:    04421507
    CJSC “INECOBANK”,
    YEREVAN, ARMENIA,
    SWIFT CODE: INJS AM 22
    17 TOUMANYAN STR., YEREVAN, ARMENIA
Beneficiary:    ALTUN MAMOYAN
Account    20513 53003201020

RUB transfer
Банк получателя:    ”ПРОМСВЯЗЬБАНК” (ОАО),
    МОСКВА, РОССИЯ
    БИК 044583119 К/СЧ 30101810600000000119
    ИНН 7722094265/774401001
Получатель:    30111810700000689901
    АОЗТ “ИНЕКОБАНК”, ЕРЕВАН, АРМЕНИЯ
ДЛЯ ЗАЧИСЛЕНИЯ    ALTUN MAMOYAN
Р/СЧЕТ N    20513 53003201041

Back to top button