Civak

Serok Barzanî vegeriya Kurdistanê

Êvariya îro yekşem 24.02.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dawî bi serdana xwe ya welatê Rusyayê anî û li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê.

 

Hêjayî gotinêye serdana Serokê Herêmê û şanda li gel ya Rusya çar rojan berdewamkir û li vê serdanê da Serokê Herêmê li gel Vladimir Putin Serok Komarê Rusya û Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rusya û çendîn berpirsên payebilindên welatê Rusya civiya. Gelek çavdêrên siyasî û aborî vê serdana Serokê Herêmê bi girîng û serketî wesif dikin û bi wê pêya bingeha li bar ji bo geşbûna pêwendiya siyasî û aboriyên Herêma Kurdistan û Rusyayê direxsênê.

Back to top button