Nivîsar

Serdana Enqere destkeftiyek girîng e

 

Serdana cîgirê serokê PDK-ê û serokwezîrê Kurdistanê yê berê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiye, di demek gelek hesas de pêkhat. Ev serdana Nêçîrvan Barzanî piranî wek nûçeyekî hate ragihandin tu nirxandinên berfireh li ser vê serdanê nehatin kirin. Ji berî niha serdanên Nêçîrvan Barzanî yên Tirkiye gelek dihatin şirovekirin û piralî dihatin nirxandin, heta hinek aliyan Barzanî ji bo van serdana rexne dikiran.

 Partiya Demokrat a Kurdistanê û taybetî serokê herêma Kurdistanê Mesut Barzanî û cîgirê serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî ispat kirin ku, pêwendiyên wan li gel dewletên cîran ne li ser hesabê kurdên ku li wî welatî dijîn e. Li himber vê, pêwendiyên wan dibê pişgiriyek ji bo destxistina mafên kurdan di wan beşan de.

 Ji berî Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye bike di Kovara Gulan de hevpeyvînek wî gelek dirêj derket û piraniya malperên ku kurdî û latînê weşanê dikin ev hevpeyvîn belav kirin û di vê hevpeyvînê de Barzanî behsa rewşa Tirkiye, Kurdistana Bakur û PKK-ê dike. Tiştên ku Barzanî digotin bi xwe di pêvajoya  ku heyî de çareseriya pirsa kurd e li Tirkiye. Barzanî hevdîtinên xwe yên li gel serokwezîrê Tirkiye jî van gotinan dibêje û herweha li himber media Tirk jî gelek zelal van gotinan dubare dike. Di rastiya xwe de pêşniyarên Nêçîrvan Barzanî  daxwaziya tevgera kurd li Kurdistana Bakur e jî.

 Mimkine carna kurdên Bakur ji bo hinek kar û barên rojane gazindan ji hukumeta herêma Kurdistanê û ji hinek teserufên wan bikin. Ev tiştek gelek xwezayiye û hinek deveran de kurdên bakur hinek caran xwe li Başûrê Kurdistanê xerîb dibînin. Bê goman dema mirov di civatekî de bijî û pêwendiyên piralî li gel civatekî hebe gelek caran gazind û rexne jî hene. Lê rastî helwesta siyasî ya Nêçîrvan Barzanî, ji aliyên kurdên Bakur ve her tim tê teqtîr kirin û ev helwest dibe sedemek bingehîn ku kurd li Bakur xwe di hinek waran de di bin demanekî de dibînin.

 Di vê serdana Barzanî ya Enqere gelek tişt ji medyayê re nehatin eşkere kirin. Hevdîtinek nêzikî du demjimêra bi çend gotinan ji bo medyayê hate ragihandin. Li gora hinek agahdariyan di vê hevdîtinê de Barzanî û Erdogan li ser pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiye, li ser rewşa darayî û herweha li ser rewşa çareseriya pirsa kurd gengeşe hatiye kirin. Dixweyê Barzanî gelek tesîr li Erdogan kiriye ku, heta di cih de malpara fermî ya serokwezirê Tirkiye de cara yekem gotina Kurdistanê kar tine û di malperê de  dibêje “ Neçîrvan Barzanî cigirê serokê PDK-ê û serokwezîrê Kurdistanê yê berê“ Vê yekî bala tevitiya Tirkiye kişand û heta wezareta derve ya Tirkiye mecbûr  ma ku di vê derbarê de agahdariyek ragihand.

 Siyaseta çewt bûye sedemek bingehîn ku dema Barzanî serdana Tirkiye dike, hinek alî xwe ditirsandin, lê niha ew tirs bûye bawerî û herweha her serdanek hêviyekî xelkê re pêyda dike. 

 Wek Nêçîrvan Barzanî jî dibêje, divê ev şerê qirêj bisekine, divê hukumeta Tirkiye rastiya kurdan bibine û dive PKK xwe biguherê da ku bikaribe bibe muxatabek ji bo çareseriye. Dema şer nebe av zelal dibe û herkesek heja vekirî û şefaf dikare siyasetê bike û kurd jî  li Bakur pêşiya xwe baştir bibînin. Divê neyê ji bîrkirin ku heyina ezmuna Kurdistana Başûr û siyaseta  ku serokê Kurdistanê û cîgirê serokê PDK-ê rêve dibin dibe demana destkeftiyên tevgera kurd.

28.10.2010

Dara Bilek

Back to top button