Civîna MGK'ê bidawî bû
Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya Tirkiye bi beşdariya fermandarên nû civîna xwe ya yekemîn îro lidarxist. Piştî civînê daxuyaniyekî nivîskî hate dayîn û hate diyarkirin ku Belgeya Siyaseta Ewlekariya Neteweyî jî hatiye pejirandin.
Civîna MGKê li Qesra Çankayayê û bi serokatiya Serokkomarê Tirk Abdullah Gul hate civandin.Civîna MGKê nêzîkî 6 seat dewam kir.
Li gor daxuyaniyê nivîskî ya piştî civînê hate diyarkirin ku têkoşîna li dijî êrîş û xeteriyan bi bawerî û bibiryar didome û divê welatên dost û muttefik jî tedbirên bihêz û pêxilandinê bigrin.
Di civînê de li ser Belgeya Siyaseta Ewlekariyê Neteweyî jî lihevkirin û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji Lijneya Weziranî re jî bihête parkirin. Her wiha di derbarê mijarên Îranê de jî hate zanîn ku divê peywendiyên rasterast bi lez û bez destpêbike.
Piştî civînê jî Serokkomarê Tirk Abdullah Gul Serokwezîrê Tirk Erdogan û Fermandarên nû li Qesra Çankayayê dîsa hatin ba hev.