Kultur

Cejna serê sala Êzîdiyan bû bêhnvedana fermî

Êdî roja cejna serê sala Êzîdîyan li başurê Kurdistanê bêhnvedana (ta’til)fermî ye û divê hemû alî, xwe girêdayî evê biryara parlamentoya herêma kurdistanê bibînin.

Doh êvarê kombûna parlamentoya herêma kurdistanê rûniştina heftemîn ji bo xola yekema sala duyem û  ji bo xola sêyema hilbijartinê  hat sazdan.

Di vê rûniştinê de bi awayekî serekî, behsa çar mijaran hat kirin û di derbarê wan de biryar hatin dan. Mijara duyem di derbarê fermîkirina cejna serê sala Êzdîyan de bû.

Komîteya qanûnî û komîteya Ewqafê û kar û barên oldarî jî, di vê mijarê de de reportên xwe pêşkêş kirin.
Li gora vê biryarê, dê cejna Cemayê ya Êzdîyan, cejna serê sala Êzîdîyan, cejna rojîyê ya Êzîdîyan û cejna havînê ya Êzîdîyan, fermî bibin.

Li gora vê biryarê jî, dê cejna serê sala Êzîdîyan li herêma kurdistanê bêhnvedana fermî bibe.
Cejna serê sala Êzîdiyan jî her çarşembeyê yekemîn ya meha nîsanê ye

 

 

www.peyamner.com

Back to top button