Hevpeyvîn

Aygan : Demirel alîkariya JİTEM'ê dikir

Îtîrafkarê JÎTEMÊ Abdulkadîr Aygan ji NTV’yê re daxuyaniyên balkêş da.

Abdulkadîr Aygan da zanîn ku di çarçoweya lêpirsîna JİTEMÊ de Dadgerên Amedê ji min re gelek pirs kirin û ez jî di derhaqa kuştina faîlên ne diyarê de agahîyên berfireh dam.

Buyera 33 Leşkerê

Aygan di bernameyê de wiha axifî : Ez jî Doza JİTEMÊ li televîzyonan dişopînim. Di derhaqê mijarê de herî dawî di 20 û 21 ê Cotmehê de îfadeyê min jî hate girtin. Dadgerên doza JİTEMÊ ji min re di derheqa  kuştina Musa Anter, Gaffar Okan ,bûyerê kuştina General Ridvan Ozden û
Baxtiyar Aydinê de û li ser bûyera 33 Leşkerê pirs kirin.

Dadgerên Amedê ji min daxwaza agahiyên li ser kuştina 57 kesên xwestin. Min jî ji xeynî wan 57 kesan , behsa 15 kesên din jî anîm ziman. Dema ku em hatin li ser mijara kuştina 33 leşkeran min ji wan re got : Ti peywendiya Şemdîn Saqiq û kuştina 33 leşkerên Tirk nîne. Kesên din êrîşa 33 Leşkeran kirin lê avêtin ser hustiyê Şemdîn Saqiq. Faîlên kuştina 33 leşkerê li Ewropayê dijîn û ew êrîş bi hawkariya PKK û JİTEMÊ ve hatîbû kirin.

Dewleta Tirk piştgirî da

Piştî buyera Susurlukê JİTEM deşîfre bû û rê û rêbazekî nû gerandin.Pişt re navê xwe kirin ‘’ Jandarma İstihbarat Grup Komutanliği’’ personelê JİTEM jî ji saziyên din re hatin bicihkirin.

Serokwezîrê wê demê Tansu Çîller û Serokkomarê wê demê Suleyman Demirel û Serfermandarê Tirk Dogan Güreş û Hikmet Köksal ji her tiştê agahdarin . Tahîr Adiyaman ji aliyê JİTEMê çûbû li ba Tansu Çillerê. Gruba JİTEM li maqama serokkomariyê civînekî hatîbû kirin. Seleyman Demîrel nikare înkar bike. Suleyman Demîrel piştî wê hevdîtinê ji berpirsyarê me yê grubê ji Abdulkerîm Kircayê re û ji Hasan Kundakçı û Unal Erkanê re got : Netirsin ez li ba we me. Piştî axaftina Demirel alavên cûr be cûr hat û alavên ku di destê me de bûn em dikarîbûn bi carkî ve gohdariya 8 telefonê bikin. Bi kurtasî ez dikarim wiya bêjim ‘’ Bi piştgiriya desthilatdarên siyasiyê pêvajoya faîlên nediyar destpêkir’’.

Navenda JİTEMê li Enqereye

Hîn kes dixwazin min radestî Tirkiyeyê bikin.Lê dema ku ezê li Tirkiye bim Serokwezîrê Tirkiye jî nikare jiyanê min biparêze. Çimkî hîna jî Ergenekon û JİTEM li Tirkiyeyê bihêzin. Kes nikare ji darizandina çend îtîrafkarê pirsgirêkê çareser bike. Berpirsyarên esasî li her derê digerin û darizandina çend kesan jî ne edalete. JİTEM li Enqereye.

Back to top button