Kultur

Li Amedê yekemîn lîstoka şanoyî ya bi zaravayê Zazakî

Cara yekeme ku  bi zaravaya Zazakî listîkek şanoyî tê pêşkeşkirin.Lîstik bi navê ‘’ Ti Gara Niyî’’ yanî Tu ne garayî û li Navenda Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê tê pêşkeşkirin.

Navenda Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê amadekarî dike ku lîstokê Azîz Nesînê ya bi navê Ti Gara Niyî ji temaşavanên xwe re pêşkeş bike. Hate zanîn ku ji bo lîstika şanoyê gelek kes beşdar bibin. Ji ber ku cara yekeme ku bi zaravayê Zazakî lîstika şanoyî tê pêşkeşkirin bala gelek kes û bi taybetî jî bala kesên Zazayê kişand .

Lîstokê Azîz Nesînê ya bi navê Ti Gara Niyî li ser karekterekî bi navê Gara hatiye nivîsandin. Mijara lîstokê li ser şer û pirsgirêkên siyasî û civatiye. Ji ber riwayetên hîn kesan Gara di nava xelkê de wek qehremanekî tê binavkirin lê ti têkîliya Gara û qehremeniyê nîne. Li ser wan riwayetan li bajarê ku Gara ji dayik bû peykerê wî jî hatiye avakirin û ji bo siyasetmedaran jî dibe derfetekî rant. Ti Gara Niyî bi awayekî pêkenok û ji bo rexneyên li ser siyasetmedarên desthilatdar hatiye nivîsandin.

Derhênerê Hûnerê yê Navenda Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê Rukneddîn Gun da zanîn ku di serî de me dixwest ji bo lîstika Zazakî gerekî bikin lê ji ber daxwazên temaşavanan lîstik li Amedê tê pêşkeşkirin. Ji bo lîstikê ji gelek bajêr û navçeyan daxwaz hene û piştî demekî kurt emê  li herêmê gerekî bikin.

Ti Gara Niyî

Derhêner : Coşkun Doğanî
Werger    : Sabahattin Gültekîn
Listîkvan  : Bora Çelik, Sabahattin Ozan Aslan, Hamdüsena Özbey

Cih  :      Navenda Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê
Dem:      29.10.2010
Katjimêr :20:00

Back to top button