Hikûmeta Tirkiyeyê got 'Kurdistan'
Hikûmeta Tirkiyeyê, di serdana Enqereyê ya cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û serokwezîrê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, cara yekem ji bo herêma Kurdistanê peyva “Kurdistan” bi kar anî.
Nêçîrvan Barzanî, êvara duşemiyê berê xwe dabû Enqereyê û duhî jî bi serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û wezîrê derve Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk anîbûn.
Wezareta derve ya Tirkiyeyê, heta îro dema behsa serdanê dikir digot, “Rêveberiya Herêma Kurdan a Iraqê”, ji bo Barzanî jî digot, “Serokwezîrê berê yê herêma Kurdan a Iraqê.”
Navenda Ragihandinê ya Serokwezîriyê, li ser malpera “http://www.bbm.gov.tr” derbarê serdanê de cara yekem ji bo herêma Kurdistanê peyva “Kurdistan” bi kar anî. Sifeta Barzanî wek, “Serokwezîrê berê yê Rêveberiya Neteweyî ya Kurdistana Iraqê û cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê” hate bikaranîn.
Bi vî awayî, Tirkiyeyê cara yekem ji bo herêma Kurdistanê peyva “Kurdistan” bi kar anî û tabuyeke din şikand.
Nûçe: ka
Wergêr: om
(AKnews)