Gul guh da stranên kurdî
Serokkomarê Tirkiye Gul serdan Mêrdîn û Batmanê kir. Gul ji bo destpêkirina xwendina sala nû li Zanîngeha Mêrdînê bû. Gul li bajarê Mêrdînê geriya û li gel xelkê bajêr sohbet kir.
Abdullah Gul piştî Mêrdînê çû Batmanê li Batmanê serdana parezer kir û lê wê derê axavtinek ji xelkê re kir. Piştre Gul şû çayxaneyekî li gel xelkê rûnişt, li vê çayxanê hinek denbêjin kurd ji gul re stranên kurdî gotin û hinekan jî bi kurdî qesîde ji Gul re xwendin. Piştre Gul serdana Şeredariya Batmanê kir. Dema ku Gul çûyê şeredariyê bi kurdî bi nîvîsandin xêrhetina wî hate kirin û li şeredariyê pirtuka nivîskarê kurd Zana Farqînî wek diyarî pêşkêşî Gul kirin.
Herweha Abdullah Gul û wekilê serokê şeredariya Batmanê Serhat Temel, hevdîtinek taybet pêkanîn û piştî hevdîtinê Temel da xuyakirin ku wî hevdîtinek gelek bi watê li gel serokkomar pêkaniye.