Îbo şevên Antalya anî Hewlêrê (Video)

Hunermend Îbrahîm Tatlıses yekemîn şeva kişandina Tatlises Bingo de 500 hezar dolar belav kir. Şahiya vê şevê ne kêmî şevên Antalya bûn.

Hunermendê Kurd Îbrahîm Tatlises ku berî demekî li Kurdistanê îhaleya piyangoya netewî stand, yekemîn cara kişandinê de şahiyeke bi navûdeng li dar xist û li vê şahiyê de ‘Tatlıses Bingo’ 500 hezar dolar belav kir.

Li vê şeva ku li Hewlêrê hate li darxistin çendîn hunermendên Kurd Ereb û Faris jî beşdarî vê şahiyê bûn.

Biletên şahiya vê şevê 750 dolaran hate firotin û şahî li hola Otela Zeus de hate li dar xistin.

Nerîna min :