Polîtîk

Hewlêr ji bo Bexdayê li çareseriyê digere

Di hevdîtinê de bi amadebûna Roj Nurî Şaweys serokê şanda danustankara Îtîlafa firaksiyona Kurdistanî û endamên şandê birêveçû, serok Barzanî bi xêrhatina şanda bilinda lîsta Iraqiye kir û ragihand ku armanca vê runiştinê derketina Îraqê ji wê qeyrana siyasiya ketiye tê de ye. Barzanî amadehiya xwe jî ji bo her alîkariyek nîşan da ku dibe sedema lihevnêzîkirina qewareyê siyasiyên îraqî bi mebesta pêkanîna hikûmetekî hevbendiya nîştimaniya rasteqîne bi awayekî ku nûnerayetiya hemû pêkhatên serekiyên Iraqê bike û tu aliyek jî têda neyête îhmal kirin.

Eyad Elawî, spasiyên xwe û lîsteya xwe ji bo serok Barzanî pêşkêş kir û tekîd li wê yekê kir ku meseleya pêkanîna hikûmeta nû bûye meseleyekî tirsnak û hestiyar, tirs jî di wê yekê daye neku paşketina pêkanîna hikûmetê bi neyînî kar bike li ser hemû proseya siyasî, ji bo wê yekê eger “em bixwazin hikûmeta nû ji hikûmetekî nîştimanî û hevbendiya rasteqîne bê avakirin, pêwîste li wateya hevbendiyê têbigihîn, hevbendî nabe her bi axaftin be, belku divê hevbendî bi wergirtina biryarê siyasî, bi taybetî stratejîk be û merceiê hemû îraqiyan jî destûra bingehîn bê.”

Raf Îsawî di derbarê destpêşxeriya serok Barzanî axaft û bi destpêşxeriyeke bi bandor û girîngî wesif kir û ragihand ku, bi mebesta derketina Îraqê ji wê tengasiya siyasiya ku tuşî proseya siyasî bûye, lîsta Iraqiye amadeye bi lîste û qewareyên siysiyên din yên îraqî re bicive.

Sebaret bi karnameya kurdan jî ragihand ku lîsta Iraqiye niha nêrîneke nû sebaret bi karnameyê heye û nêrîna nû jî dê di kombûna çar terefî de eşkere bike. Îsawî got ku nêrîna nû jî nêrîneke erêniye.

Ji aliyê xwe ve Usame Nuceyfî xweşhaliya xwe bi vê serdana herêma Kurdistanê derbirî û ragihand ku qonaxa berê gelek hestiyar û dijî bi yek bû ew jî vedigere li ser rewşa bayê wê demê û got:
– Niha em li beramber qonaxekî nû dane, qonaxa binyadnana Iraqa nû ku hêvî û daxwazên hemû îraqiyan tîne holê û çareseriya hemû pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê çareser dike.
Nuceyfî amadehiya xwe jî ji bo vekirina rûpelekî nû yê pêwendiya li gel herêma Kurdistanê da diyar kir.

Roj Nurî Şaweys serokê şanda danustankara Firaksiyonên Kurdistanî, helwesta lîsta Iraqiye xiste rû û ragihand ku ev helwêst hê jî negihiştiye astekî pêşketî.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe beramberî vê helwesta Iraqiye derbirî û ronahî kir ku hebûna cûdahiyê li çarçoveya pêkvejiyanê tiştekî sirûştiye û dikarê di wê çarçoveyê da pirsgirêk bêne çareser kirin, lê belê eger ji wê çarçoveyê derketîn mesele aloztir dibin û got:
– Em li gel pêkvejiyanê ne, li gel birayetiya kurd û ereban û yekîtiya nîştimanîne ne, ji bo wê yekê em bawerin ku hikûmeta nû pêwîste hikûmetekî hevbendî fî’lî be û hemû pêkhatên siyasiyan li xwe bigre û tu alî û pêkhatek neyê îhmalkirin.

Di dawiya hevdîtinê de, her yek ji endamên dinê lîsta Iraqiye û şanda danustankara Firaksiyonên Kurdistanî nêrîn û dîtinên xwe berçav kirin.

Back to top button