Li Kerkûkê êriş kirin ser Bankekî : 14 mirî

 
Rêveberê Polîsê Kerkûkê Enwer Qadir, bo AKnewsê ragihand, çend çekdarên nenas, îşev êrişî ser Banka Rfîdeyn a Kerkûkê kirin û di bûyerê de çend kesên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.

Qadir diyar kir, bazara zêrîngeran nêzîkî bankê ye, dibe ku êrişkeran ji bo ku bikevin nav bankê, alozî derxistibin.

Peyamnêrê AKnewsê jî ragihand, heta niha hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zanîn. Lê li gorî jêderekî tenduristiyê, heta niha, termên 14 kesan 2 jî birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî wî jêderî, dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Nerîna min :