Polîtîk

48 Kurdên Rojavayê Kurdistan derketin pêş dadgehê

Li bajarê rojavayê Kurdistanê Raqayê ji ber buyerên pîrozbahiya Newroza 2010an 48 Kurd hatîbûn binçavkirin. Ji bo darizandinê wan  Dadgeha Leşkeriya Bilind ji aliyê dewleta Suriyeyê ve hatiye peywirdar kirin.

Komîsyona Mafê Mirovan (MAD) da zanîn 48 Kurdên ku ji ber buyerên Newroza li Raqayê hatîbûn girtin , ji aliyê Dadgeha Leşkeriya Bilindê ve têne darizandin.

Li Raqayê di pîrozbahiya Newroza 2010an de ji aliyê hêzên ewlekeriya dewleta Surî ve 3 Kurd hatîbûn kuştin û 55 kes jî bi awayekî giran brîndar bûbûn. Di heman demê de bi sedan kes hatîbûn girtin û ji wan 48 Kurd , ji Dadgeha Leşkeriya Bilindê re hatîbûn şiyandin.

Back to top button