Cîhan

Salih li Marokoyê daxaza alîkariyê bo Îraqê kir

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di Muntedaya Aboriyê a Cîhanî a taybet bi Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê de ku li Merakêşê bi rê ve diçe, peyvek pêşkêş kir û di peyva xwe de tekîd li ser wê yekê kir ku piştevanîkirina prosesa siyasîya Iraqê di berjewendiya hemû welatên deverê de ye.

Salih di axaftina xwe de amaje bi rewşa niha a herêma Kurdistan, Iraqê, bandora rewşa niha a Iraqê li ser welatên deverê, cîhan û Amerîkayê kir û tekîdî li ser wê yekê jî kir ku, guhertinên ku li Iraqê hatine bidestxistin, dê bandorên mezin li ser cîhana îsalamî çê bike.

Salih diyar kir ku prosesa pêşketinê a ku niha li Iraqê bi rê ve diçe, her çend e di destpêkê de ye, lê belê cihê hêviyê ye û got: “Piştevanîkirina Iraqê di berjewendiya hemû welatên deverê de ye û berovajiya vê yekê jî, her nearamiyek û şkestxwarineke vê prosesê, dê bibe sedema karesatan ji bo her aliyekî.”

 

Back to top button