Kultur

Keleha Hewlêrê kete nav lîsteya şûnwarên cihanî

Piştî ku navê Keleha Hewlêrê kete nava lîsteya demî ya Rêkxistina Navnetewî yê Perwerde û Zanistê ya UNESCO’yê, rayedarên Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Hate zanîn ku navê Keleha Hewlêrê dê di demên pêş de bi berdewamî di wê listeyê de bimîne, ji ber ku mîna Ahramên (pramit) Misrê û yên Firawniyan e.

Berdevkê ragihandinê yê parêzgeha Hewlêrê Hemze Hamid ragihand ku piştî pêwendyên cur bi cur digel Rêkxistina Navnetewî yê Perwerde û Zaniestê ya UNESCO’yê hatiye pêşxistin ji me re hatiye ragihandin ku keleha Hewlêrê xistine nava listeya şûnwarên Kevin yên cîhanê.

Hamid di berdewamiya axiftina xwe da zanîn ku ji bo nûjenkirina cihên têkçûyî yên Keleha Hewlêrê di sala 2007’an de, parêzgerê Hewlêr bi qasî 13 milyon dolar rêkeftinek digel rêkxistina UNESCO’yê mor kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku Keleha Hewlêrê bi qasî 415 metreyan bi ser astê deryayê dikeve û 25 metreyan bi ser  bajarê Hewlêrê ve dikeve û sêcayê wê jî bi qasî ”102.190” metre çargoşe ye.

 

pukmedia

Back to top button