Tara Caf: Muzîka kurdî di bin bandora erebî û tirkî de ye

Hunermanda kurd a çengê (arp) Tara Caf ku di asta cihanê de navdar e got, li Herêma Kurdistanê muzîka populer erebesk e.

Caf got, herêm, pir zêde di bin bandora muzîka tirkî û erebî de dimîne û destnîşan kir ku, hejmareke kêm muzîkjen bi muzîka kurdî ya otantîk re jî mijûl dibin lê bo wan tu piştgirî û alîkarî nîne û ev yek jî xemgînî dide wê.

Tara Caf, bi armanca dayîna rêze-konseran li Tirkiyeyê ye û derbarî xebata xwe muzîkê de pirsên AKnewsê bersivandin.

Hûn çend car hatin Tirkiyeyê?

Ez gelek car hatim Tirkiyeyê. Min konsera xwe ya yekemîn bo nasandina albuma xwe ku li vê derê derket, di Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de li dar xist. Di heman salê de li Stenbolê, me konserek li dar xist. Min li Batman, Diyarbekir, Dêrsim, Wan û Îzmîrê jî konser dan.

Besteyên stranên albumên tê, yên te ne?

Belê, piraniya wan ên min in. Lê, ji muzîka gel jî, bi taybet ji muzîka gel a Hewramî jî ez pir dixwînim. Li gel helbestên klasîk ên hewramiyê, ez besteyên xwe bi soranî çêdikim.

Hûn stranên xwe di hemû zaravayên kurdî de dixwînin?

Ez kurmancî, hewramî û soranî dixwînim. Niha jî hewl didim ku zazakî jî bixwînim.

We perwerdeya muzîka klasîk girt?

Di înternetê de derbarî min de agahiyeke wiha hatiye dayîn lê ne rast e. Tenê dema ku ez hê biçûk bûm min 2 sal dersên piyanoyê girtine. Lê min perwerdeya konservatuarê nedîtiye.

Hûn çawa fêrî jenîna çengê bûn?

Li Brîtanyayê ez xwe bi xwe xebitîm û fêr bûm. Ev 17 sal in ku bi çengê re mijûl dibim. Min bixwe dît, eciband û xwest.

Çeng (arp) sazeke klasîk e û bi vê kurdî stirîn çawa ye?

Wile ez jî ecêb mam (dikene). Di helbestên klasîk ên kurdî de ji “Çeng” wek enstrumaneke muzîkê tê behskirin. Ji xwe min dest bi lêdana Çengê ku pir dişibe arpê kiribû û dema ku min dît di helbestên klasîk ên kurdî de jî behsa çengê tê kirin meraq û heskirina min zêde bû. Di Rojhilata Navîn de, 3-4 hezar sal berê, hem li Îranê û hem jî li Sumeran arp hebûye.

Hûn li Brîtanyayê dijîn. Gelo hûn pir zêde diçin Herêma Kurdistanê?

Belê, ez li Londonê dijîm, lê pir zêde diçim Herêma Kurdistanê. Îsal ez du car çûm.

Her çûndina xwe de hûn konser didin?

Belê. Bi piranî didim. Çend meh berê ez çûm Hewlerê û bi Orkestraya Ciwanên Iraqê re derketim ser dikê. Mehek berê jî li Duhokê di şanoya bi mijara enfalê de derketim û straneke kurmancî ku li ser enfalê hatibû nivîsandin min xwend. Di meha kanûnê de jî ez ê li Helebçeyê konserekê bidim.

Li Herêma Kurdistanê, hemberî we û muzîka we eleqeyeke çawa heye? Derbarî karên muzîkê yên Herêma Kurdistanê hûn çi dibêjin?

Ji eleqeya Herêma Kurdistanê kêfxweş im. Lê mixabin min dît ku li heremê muzîka populer erebesk e. Bandona muzîka tirkî û erebî pir heye. Lê, aliyên ku bi muzîka otantîk a kurdî re jî mijûl dibin hene. Lê ya xemgîn, tu piştgirî û alîkarî bo wan nîn e.

Gelo hûn difikrin ku li Herêma Kurdistanê perwerdeya muzîkê bidin?

Ji ber ku min perwerdeya konservatuarê nedîtiye, bi awayeke resmî ez nikarim perwerde bidim. Lê ez dixwazim yek du ciwanên ku meyla wan ser çengê hene re mijûl bibim û wan fêrî çengê bikim.

Gelo, çeng hê zêdetir ji hêla jinan ve çêtir tê dîtin û tenê bi wan tê?

Di dîmenê de wiha ye, lê zilam jî pir bi kar tînin. Wek mînak li Îrlandayê pir zêde artistên zilam hene. Li wê derê hê zêde ji hêla zilaman ve tê bikaranîn.

Dema te şêweya muzîka xwe afirand, gelo li ser we çi bandor kir?

Min pir zêde guhdariya muzîka Îrlandayê û Loreena Mc Kennittê kir. Dema ez fêrî jenandina çengê bûm, min her tim guhdariya Muzîka Folk a Keltan jî kir.

Di teknîka strandinê de, bandora çengê li ser dengê we çawa ye?

Baweriya min bi enerjiyan heye. Enerjiyeke mezin a çengê jî heye. Bi şêwaza lêdan û girtina çengê, hîs dikim ku, enerjî derbasî singê min dibe û li wê derê diçe dengê min û derdikeve derve.

PORTRE / TARA CAF

Tara Caf, di sala 1958 de li Bexdayê, wek keçeke dîplomatekî kurdê Helepçeyê ji dayîk bû. Ji diya xwe ya tatar tirkî, ji bavê xwe jî kurdî fêr bû. Ji ber ku bavê wê dîplomat bû gelek welat gerî. Li Afganistanê dest bi dibistanê kir û li Bexdayê dom kir. Ji ber tevliheviyên siyasî bavê Caf di sala 1972 de hate girtin û Caf, ji 18 saliya xwe ve li Brîtanyayê dijî.

Hevpeyvîn: Mehmet Yüksel
Wergêr: ym
(AKnews)

Nerîna min :