Polîtîk
Barzanî dikare pirsa Iraqê çareser bike
Li gora nûçeya radyoya Dicle Emar Elhekîm ragihand, ku gerek ew li dora maseya girover a serokê herêma Kurdistanê kom bibin, da ku pirsa Iraqê bi giştî bitê çareserkirin.
Emar Elhekîm da xuyakirin, ku dê nûnerên Encûmena Bilinda Islamîya Iraqê beşdarîyê di vê kombûnê de bikin û ew niha di serbara pêkanîna li hevhatinekî de, xwedîyên bîr û nerînên nû ne.
Pêdivêyî nîşandanê ye, ku serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz kirîbû, ku alîyên serkeftîyên Iraqê kombûnekê li bajêrê Hewlêrê bi hev re saz bikin û li dora maseyeka girover rûnin, da ku pirsa hukûmetê çareser bibe.