Cîhan

Bi xêra tirkan rastgirên Ewropa yekgirtî dibin

Partiyên rastgirên Alman û Avusturyayî duh civîna çapemenyê lidarxistin. Di civînê de hate diyarkirin ku armanca sereke pêşîgirtina endamtiya Tirkiye ya Yekitiyê Ewropayê ye.

Partiyên rastgir yên Alman û Avusturyayê li bajarê Leverkusên di civînekî çapemeniyê de hatin ba hev û da zanîn ku ji bo yekitiya tevgerên rastgir yên populist li seranserê ewropayê xebatekî bidine destpêkirin.

Serokê Gişti yê Partiya Azadîxwazê Avusturyayê Harald Vilimsky di civîna çapemeniyê de da zanîn ku partiyên klasîk yên Ewropayê yek bi yek hêzên xwe winda dikin û xelk jî  bala xwe ji partiyên rastgirê re didin. Ew li Almanya jî wisa ye û ger bala xelkê bi awayekî baş bikşînin, şansê ‘’Demokratên Rastgir’’ zêde dibe.

Partiya Azadîxwazê Avusturyayê ( FPÖ) û hewkarê ku li Almanyaye Pro-Deutschland daxuyakirin ku li seranserê Ewropayê bi beşdarbûna hemî rastgirên Ewropayê amadekariya konferansekî dikin. Berpirsê seretê yê Pro-Deutschlandê Markus Beisicht jî got : Piştî derketina pirtûk û daxuyaniyên Endamê Rêveberiya Bankayê Navendî yê Almanyayê Thilo Sarrazîn ‘’Qutiya Pandorayê’’ vebû.

Li gor Vilimsky û Beisichtê yekitiya rastgirên partiyên Ewropayê hinek zehmete ji ber ku li Ewropayê zêdetirî 20 ziman û çand hene . Lê bi hev re bûna platforma yekitiya rastgir ew e ku dijîtiya endamtiya Tirkiye ya bi Yekîtiyê Ewropayê ye.

Serokê Gişti yê Partiya Azadîxwazê Avusturyayê (FPÖ) Harald Vilimsky wiha berdewam kir: Çend meh berê çûm Amedê digel xelkê Kurd danûstendinên cûr bi cûr hate kirin. Xelk ji min re behsa zilma dewleta Tirk dikir. Behsa hêzên dewleta Tirk dikirin ku çewa di bin mafê wan têne binpêkirin.Min dît ku dewleta Tirk zarokên Kurd jî diavêjin  hepsê. Xetayên Rojava û çapemeniyê jî hene wan tiştên xirab nanivîsin.

Back to top button