Civak

Semed Ehmedî jiyana xwe ji dest da

Semed Ehmedî ku di nava xelkê de wek “Semed Diryaz” dihate naskirin, yek ji girtîyên siyasî û pêşmergê Komelê bû ku demeke dirêj di girtîgehên kamar Îranê da jiyana xwe derbas kiribû. Ji ber wê jî tevî ku sax û silamet ket zindanê, lê dema derket bi felecî vegerî nava endamên malbata xwe.
 
Pêwîste bê gotin ku nemir Semed Diryaz di şerekî bi navê “Aşî Gulan” birîndar bû û piyekî wî felc bû û bi hêsîrî ket destê dijimin. Piştî 5 salan mayîna di girtîgehên Urmiyê û Tebrêz da û du sal jiyana sirgûnê li bajarê Kazrunê, piştî ku hate azadkirin careke din dîsa vegerî Kurdistanê û xebata li dijî rejîma xwînxwara îslamî dest pêkir. Li pey çalakiyên xwe careke din di havîna îsal de ji hêla cinayetkarên komara îslamî ve hate girtin. Dîsa gelek hate şikence kirin û li pey wan zext û lêdanên giran ew şandin nexweshxana Urmiyê.

Hemû jiyana wî di rêya doza Kurdistanê de derbas bû û şikenceyên giran teisîreke nigatîv li ser rewşa tenduristiya wî danîn. Ew ji malbatekê tê ku beriya wî ji 4 kes ji endamên malbata wan di oxira doza Kurdistanê da Şehîd bûne.her wisa Xalê Nivîskar û Rojnamevan Xalid Ehmedî ye kû li welatê Finlandiya yê dijî.

Mixabin pêşmergê qehreman Semed Ehmedi îro sibê li nexweşxanê wefat kir û bû yek ji Şehîdên kerwanê Şehîdên doza bi şan û sherefa Kurdistanê.
Ew qet namire û yê tim di nava me de bijî.

Urmiye city 

Back to top button