Polîtîk

Zanyarên olî behsa pirsa kurd kirin

 

Li Tirkiyeyê, Baskê Diyarbekirê yê Sendîkaya Diyanetê ya Tirkiyeyê (Diyanet – Sen), konferansek bi navê “Nêrîna zanayên dînî li ser pirsgirêka kurd” li dar xist. Di konferansê de, bêdengiya zanayên dînî li hember pirsgirêka kurd hat rexnekirin.

dimalimlericalistayiBaskê Diyarbekirê yê Diyanet- Senê, di salona konferansê ya  Şaredariya navçeya Diyarbekirê Baglarê, konferansek bi navê “Nêrîna zanayên dînî li ser pirsgirêka kurd” li dar xist. Di konferansê de, nivîskar Altan Tan, parêzer Sitki Zîlan, nivîskarê rojnameya Akit Sabiha Unlu û Serokê Baskê Diyarbekirê yê Diyanet- Senê Omer Evsen axaftin kirin.

Omer Evsen di axaftina vekirina konferansê de, ji zanayên dînî xwest, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xebat bikin û hewl bidin.

Evsen gotina Wekîlê Dadgeriyê Mahmut Esat Bozkurt di sala 1924ê de ku gotibû “Li Tirkiyeyê, ên ku ne tirk in, mafê wan ê jiyana azad nîne” bi bîrxist û wiha got:

dimalimlericalistayi“Gelo sîstemea ku 80 salî li ser vê zîhniyetê hatiye avakirin, kurd, tirk, ereb, elewî, rûm û suriyanî înkar nekirine? Êdî dema wê hatiye ku zanayên dînî vê yekê bibînin û li ser bixebitin.”

Nivîskar Altan Tan jî di axafina xwe de diyar kir ku heta niha dewletê dîn wele afyon li dijî kurdan bikar anîye û kurd bi dîn xapandiye.

Belavoka dawî ya konferansê, dê sibê ji bo raya giştî bê ragihandin.

(AKnews)

Back to top button