Polîtîk

Civîneke çarenivîsaz

Celal Talebanî serokkomarê Iraqê û Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi şandeya Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistanî re civiyan. Di civînê de tekîd li ser yekrêziya aliyên siyasîyên kurdan û pêşniyarên wan li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Celal Talebanî serokkomarê Iraqê ji aliyê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsê hikûmî û hîzbî ve li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê bi germî hate pêşwazîkirin.

Serok Talebanî û serok Barzanî bi amadebûna serokên hikûmetê û serokê parlamentoyê, serpereştiya civîna hevbeş a sekreter, nûnerên aliyên siyasî yên Kurdistanê ku pêkhat bû ji Fazil Mîranî sekreterê polîtburoya PDK’ê, Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêrî ya YNK’ê, Selahadîn Behadîn sekreterê giştî yê Yekgirtiya Îslamî, Elî Bapîr emîrê Komela Îslamî, Mihemed Hacî Mehmûd sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Kemal Şakir sekreterê polîtburoya Partiya Komînîst a Kurdistanê, Mihemed Tofîq Rehîm nûnerê Bizava Goranê)û şandeya danûstandinê ya Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistanê, kirin.

Di civînê de, Roj Nûrî Şaweys serokê şandeya danûstandinkar behsa encamên danûstandinên digel aliyên siyasî yên Iraqê kir û asta nêzikatiyan wan hêzan li karnameya Kurdistanê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir.

Serok Barzanî jî di peyvekê de diyar kir ku divê di meseleya pêkanîna hikûmetê de nêrînên hemû aliyan bên wergirtin û aliyên ku zêdetir nêzî karnameya Kurdistanê ne bên diyarkirin û hevpeymanî digel wan bê pêkanîn.

Serok Talebanî jî di axaftina xwe de behsa nêrînên aliyên siyasî li ser pêşniyarên kurdan kir.

Paşê sekreter û nûnerên aliyên siyasî yên Kurdistanê nêrînên xwe aşkere kirin û tekîd li ser yekrêziya aliyên siyasîyên kurdan kirin.

Serok Barzanî da zanîn ku karnameya Kurdistanê karnameyeke niştîmanî ye ku her ji bo kurdan nîne, belku bo hemû pêkhatên Iraqê ye û got: “Nabe bi tu awayekî nermî li ser wergirtina posta serokkomar û hemû xalên din ên karnameya Kurdistanê bê nîşandan. Em bi tu awayekî amade nînin, arîşeyên tu aliyekî li ser hesaba kurdan bê çareserkirin.”

Piştî civînê amadebûyan tekîd li ser çalakkirina destpêşxeriya serok Barzanî ya bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kirin.

Back to top button