Cîhan

Rastgirên Ewropayê li hemberê Tirkiyeyê yek bûn

Li Ewropayê partiyên rastgir li Viyanayê civînekî lidarxistin û li hemberê endamtiya Tirkiyeyê  Yekîtiya Ewropayê  biryara berxwedayînê hate girtin.

Civîn ji aliyê Partiya Azadîxwazên Avusturyayê ve hate organîzekirin û di civînê de ji Partiya Lîga Bakur ya Îtalyayê Fiorello Provera, ji Partiya Gel ya Danîmarkayê Morten Messerschmidt , sazûmankarê Partiya Vlaams-Bleang ya Belçîkayê Filip Dewinter û serokê partiyê Bruno Valkeniers, Sekreterê Dewletê Berê ya Slovakyayê û Endamê Partiya Nasyonal August Lang û Nûnerê Partiya Demokrat ya  Swêd Kent Ekeroth û gelek partî û rêxistinên din amade bûn.

Di civînê de Serokê Partiya Azadîxwazên Avusturyayê ( FPÖ ) Heinz Christian Strache da zanîn ku  li hemberê biryarên xelet yên Yekitiya Ewropayê ji bo nîşandayîna reaksiyonên bihêz û bibandor, biryara hawkariyê hate girtin.

Heinz Christian Strache  wiha berdewam kir : Li gor Peymana Lîzbonê  , milyonek hemwelatiyên ji welatên Yekitiyê Ewropayê dikarin ji bo yasayekî nû serêlêbidin û di vê peymanê de hejmara endamên Yekîtiya Ewropa jî nediyare.
Çalakiya me yê ewil jî li hemberê endamtiya Tirkiyeyê li seranserê Ewropayê xebata çêkirina referandumeke.

Back to top button