Dosya

Mistefa: Hatina ‘Marathon Oil’ serkeftinek mezin e

Serokê fermangeha pêwendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand, hatina kompaniyeke weku Marathon Oil bo herêma Kurdistanê serkeftina siyaseta herêma Kurdistanê ya di biyavê petrolê de nîşan dide û roj bi roj serkeftina wê siyasetê dihête selmandin.

Felah Mistefa ji AKnewsê re axivî û wiha got: “Hatina fîrmaya “Marathon Oil” ya Dewletên Yekgirtîyên Amerîkayê (DYA) bo herêma Kurdistanê bi merema berhemhênanê di biyavên petrolê de bikin pêngaveke dilxweşker e û hikûmeta herêma Kurdistanê bi germî pêşwaziyê lê dike.

Mistefa got: ”Hatina fîrmayeke weku “Marathon Oil” bo herêma Kurdistanê wê çendê diyar dike ku ew siyaseta hikûmeta herêma Kurdistranê li ser diçe di biyavên berhemhênana petrolê de siyaseteke serkeftî ye, ya ku her ji serdemê kabîneya pêncê ya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye darêştin û roj bi roj serkeftina vê siyasetê dihête selmandin ew jî bihatina fîrmayên mezin weku “Marathon Oil” ya DYAyê.

Weke tê zanîn komoaniya “Marathon Oil” di gel hikûmeta herêma Kurdistanê gihiştiye rêkeftinekê ku li 4 biloka li herêma Kurdistanê (Herîr, Sefîn, Sersing û Etirûş) karê lêgeriyan û pişkinînê bo petrolê encam bide, û biriyare ofîseke xwe li herêma Kurdistanê veke.

Back to top button