Civak

Sekinandina xetên ezmanî yê Iraqê bandora xwe li Kurdistanê nake

Ji helwesta Kuweytê, hukumeta Iraqê mecbûr ma ku, hatin çûyina xetên xwe yên ezmanî bisekinîne. Hêdî balefirên Iraq air line nafirin. Li ser vê yekê, hate ragihandin ku ev tu bandorek xirab li balefirgehên Kurdistanê nakin .

Rêvebirê frogeha navdewletîya Silîmanîye ragihand, ku rawestandina geştên asmanîyên xetê asmanîya Iraqê ti bandor li ser firogehên herêma Kurdistanê dirist nake.
 
Rêvebirê giştîyê firogeha  navdewletîya Silîmanîye Tahir Ebdullah taybetî ji PNA re ragihand, ku egerê rawestandina geştên xetê asmanîya Iraqê peywendî bi deynên Kuwêtê yên li ser Iraqê heye û li gora benda 7 a NY gerek Iraq deynên Kuwêtê bide. Çimku beşek ji wan deynan taybetî yên kompanîya xetê asmanîya Kuwêtê ye û di wî demê de zîyanmend bûye. Ebdullah da xuyakirin, ku ev pirsgirêka han ti pêwendîyek li gel herêma Kurdistanê nîne û dê xetên wan vekirî bin û peywendîyên wan bi ti welatekî re ne rawestayî ye.

 Tahir Ebdullah got, ku firogeha navdewletîya bajêrê Silêmanîye li gel piranîya welatên ereb û beşek ji welatên Ewrûpa peywendî heye. Ebdullah ragihand, ku kompanîya xetê asmanîya Kuwaytê gilîyek qanûnî li ser kompanîya xetê asmanîya Iraqê tomar kirî ye û ew çend bi egerê wergirtina deynên xwê yên li ser kompanîya xetê asmanîya Iraqê ye û niha jî geştên asmanîyên navbera Iraqê û Lodonê hatine rawestandin.

Back to top button