Helwesta Tirkiye û Brezilya rûreşiye
Li hevhatina guheztina uranyumê ya di navbera Îranê, Tirkiye û Brezilyayê de hatî kirin li Ewropa û Amerîka nayê qebûl kirin. Nivîskarê naskirî yê New York Times Thomas Friedman, di vê derbarê de nivîsek nivîsî û van welatan bi tundî rexne dike. Li gora Thomas Friedman, ev lihevhatina li gel Îranê hatî kirin rejima diktator ya Îranê xort dike û dijê tevgera demokrasîxwaz ya Îraniyaye.
Thomas Friedman di beşek ji nivîsa xwe de dibêje: “ Rastî dema min weneyên serokkomarê Îranê yê ku destê serokkomarê Brezilya û serokwezîrê Tirkiye girtî û hildayî banî dît, rewşek nexweş bû. îşaretek bû ku ew dibêjin Amerîka hişê xwe bide sere xwe ve em jî nawendek ya bi hêzin.
Dema Lula û Erdogan bi germî serokkomarê Îranê hemiz kirîn û di axaftinên xwe de qet behsa rewşa Îranê nehatî kirin tiştek gelek kirêt bû. Dema wan serdanana Îranê kirî ji berî çend rojekî 5 girtiyên siyasî hatibûn idam kirin.
Thomas Friedman di şiroveya kirî de rexna Li Kerim Sadjadpour jî dike. Sadjadpour ji dezgehê ramani ya Amerêkî ji Carnegie Endowmentê ye. Kerim carê rexna li Amerîka dike ku, ew guh nade mafên mirovan û herweha Kerim gotiye ku, li Rojhilata Navîn xelkê ku li adaletê digere tinê Filistînîne. Nivîskar vê dîtinê rexne dike, bale dikşêne li ser rewşa Îranê û pişgiriya jêre tê kirin.
Herweha Friedman, rexneyek tund li Erdogan û Lula jî dike wan bi pişgiriya diktaroya Ahmedînejat tawanbar dike.