Akademiya Pilingên Zirêvanî Devreyeke Din Bi Dawî anî
Îro bi minasebeta bîranîna 26-ê Gulanê, Akademiya pilingên Zirêvanî ya li Bineslawayê dawî bi devreya perwerdehiya xwe ya 26-ê gulanê anî.
Di merasimeke de Fermandarê hêzên Zirêvanî general Ezîz Weysî peyvek pêşkeş kir û ragihand ku, pêdeviya Kurd û Kurdistanê bi Artêşeke serdemiyane heye, lewre Akademiyên Zirêvanî hewl didin daku li gorî mercên serdem Leşkerên Kurd perwerde bike.
Di berdewamiya merasima han de Nunerê Fermandehiya Leşkerê Kurdistanê Omer Osman jî peyvek pêşkeş kir û ragihand ku, rola Akademiyên leşkerî di modirnîze kirina Artêşa yekgirtî ya Kurd de gelek girînge lewre pêwîste girîngiyeke tabetî ji Akademiyên han re werê dayîn.
Di devreya 26-ê Gulanê ya Akademiya Pilingên Zirêvanî de zêdetirî ji 200 leşkerên nû piştî bidawî bûna devreya perwerdehiya xwe meznûn bûn û bi awayeke fermî di nava Artêşa Kurd de dest bi kar bûn.
(KTV)