Polîtîk

Kaynak: Leşkerên Amerîkî Ji Îraqê Vekişin Kurdistan Ava Dibe

Diyarbekir – Analîstvanê navdar û endamê berê yê Îstîxbarata Tirkiyê (MIT), Mahîr Kaynak, ragehand ku piştî vekişîna leşkerên Amerîka ji Îraqê, wê Îraq  perçe bibe û Kurdistaneke serbixwe ava bibe. Kaynak diyar kir ku wê Amerîka jî piştgiriyê bide avakirina Kurdistanê û wê Kurdan ji Îraqê veqetînin.

Kaynak bal kişand ser wê yekê ku piştî leşkerên Amerîkî vekişin wê Kurd di navbera Tirk, Ereb û Farisan de bimînin û wê neçar bimînin ku xwe nêzî yek ji van dewletan bikin. Mahîr Kaynak ku li Tirkiyê bi analîzên xwe yên li ser Rojhilata Navîn tê naskirin û gelek kes di pêşveçûnên nû de serî li fikr û ramanên wî didin, bo Rojnameya Rûdaw axivî.

 

Hûn pevçûnên di demên dawî de çawa dinirxînin?

Mahîr Kaynak: Bi ya min PKK bi van êrîşan operasyoneke siyasî daye pêşiya xwe. Lê ev pevçûn bi kêrî kurdan nayên. Ti eleqeya van êrîşan bi doza kurdan re tune ye. Her çiqas di vir de kurd têne bikaranîn jî, di pişt perdeyê de servîsên îstîxbarata dewletên biyanî hene.

Di rastiya xwe de AK Partî li hemberî kurdan pir bi erênî nêzik dibe. Digel vê yekê çima van êrîşan dest pê kir, ez fêm nakim. Dixwazin bi van êrîşan zirarê bidin AK Partiyê. Di vir de tê xwestin ku di civaka tirk de li hemberî AK Partiyê ev feraset bi pêş bikeve; “Binêre hûn maf didin wan lê binêrin ew bersiveke çawa didin we?” Armanca PKKê ev e.

 

PKK dikare bigije armanca xwe?

Bi ya min wê bikaribe.Hûn operasyonên Artêşa Tirkiyê ya li hemberî PKK-iyan çawa dinirxînin? Ger li cihekî milîtanên çekdar hebin, wê operasyona leşkerî jî hebe. Hin kes dibêjin ku “hûn operasyonan bidin sekinandin, em ê çalakiyên xwe rawestînin”, ma mantiqeke wisa dibe? PKK-î çalakî dikin, bi ser de digrin, artêş bersiv dide wan. Ma bila bersiv nedin, bila bisekinin?

 

Ev pevçûn wê bandoreke çawa li ser têkiliyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê bike?

Ez bawer nakim zirar bide têkiliyên Tirkiye û yên wê derê. Lê ev heye; PKK’î çalakî dikin, “Bi ya min di polîtîkaya BDPê de ti xeletî tune”

Li gorî we helwesta BDPê ya li hemberî pakêta Makeqanûnê rast bû?

Bi ya min di polîtîkaya BDP’ê de ti xeletî tune ye. Piştgirînedayîna pakêtê ya BDPê ne xelet e, wan li gor xwe helwesteke rast nîşan da.

Çima? Çimkî li Başûrê Rojhilat di navbera BDPê û AK Partî de reqabet heye. Mirov piştgirî nade reqîbê xwe.

 

Ev nêzikahî wê rayên BDPê kêm bike?

Bawer nakim ti zirarê bide rayên BDPê. BDP-iyan biryar girt ku di 16’ê Gulanê de li dijî operasyonan bibin mertalên zindî. Ev yek wê pevçûnan bide rawestandin? Ger milîtanên PKKê êrîşê ti cihan nekirana û artêşê operasyon bikira, mirov dikaribû wateyek bida vê çalakiya BDPê. Ma wê milîtanên PKKê çalakî bikin û aliyê din jî bisekine? Tiştekî wisa nabe. Ger BDP-î li hemberî operasyonan bisekinin jî, wê operasyon bidomin. Çimkî ya ku êrîş dike PKK ye.

PKK’yî dibêjin “Me demeke dirêj çek bi kar neanî lê dîsa jî ji bo perwerdehiya bi kurdî ti gav nehatin avêtin”, çima ev gav nehatin avêtin?

Em bibêjin kurd bi zimanê dayikê perwerde bûn. Em ferz bikin ku endezyar, bijîşk û mîmarên kurdî diaxivin hene. Hûn van tiştan dixwazin? Ger hûn van tiştan bixwazin, ti pirsgirêk tune ye. Gelo ew kes wê li ku kar bibînin, wê çawa îstîhdam bibin?

Bi tirkî dikarin kar bibînin çima bi kurdî kar nebînin?

Çimkî tirkî zimanê hevpar e. Kesên ku li vir dijîn, tirkî weke zimanê hevpar bi kar tînin. Ev yek jî bi zorê çênebûye. Yên ku navê “tirk” li kesên li Tirkiyeyê dijîn kirine, ewrûpî ne. Ev şaristanî di encama asîmîlasyonê de çênebûye, ev şaristaniyeke hevpar e. Ji ber ku kurdan nekarî xwe ji feodaliyê xilas bikin, nekarîn bi vê pergalê re bibin yek, bikevin nava vê pergalê.

Lê “zimanê hevpar” bi zext û zordariyê pêk hat. Demek kesên ku bi kurdî diaxivîn, hatin cezakirin…

Ew xeletî bû, lê ew xeletî ji holê rabû. Ew dem çû. Li Tirkiyeyê dema em li stranan guhdar dikin, bestekarên rûm, ermenî, cihû hene. Nirxên li Tirkiyeyê nirxên hevpar in. Kurd ji ber eşîretan li derveyî wan man. Kurd welatiyên Tirkiyeyê ne. Ger hûn kurdan ji welatiyên din cuda bikin, ma hûn ê ji kurdan re başî bikin? Ger hûn bawer dikin ku kurd bi perwerdehiya kurdî wê kêfxweştir bibin, wê çaxê wisa bikin. Lê kurd ji me ne cuda ne, ez neçar im li wan welatiyên xwe [qesta wî kurd in] bifikirim. Serokeşîr rûdinên, nahêlin ku kurd bi cîhanê re bibin yek.

Ma kurd bi kurdî perwerde bibin, wê ji cîhanê veqetin? Gelo kurd nikarin bi zimanê xwe di nava pergala cîhanê de cih bigrin?

Tişta ku hûn xeletî dikin ev e; hûn ziman weke bûyereke serdestiyê difikirin. Li cîhanê yên ku bi ingilîzî diaxivin kêmar in. Hûn tim dibêjin “Hûn”, ez tenê rojnamevan im. Pirsan dikim. Dema dibêjim “hûn”, behsa hemû kurdan dikim.

“Perwerdeya bi Kurdî ne di fêdeya Kurdan de ye”

Hûn piştgirî didin perwerdehiya kurdî yan na?

Divê perwerdehiya ziman hebe lê wê çaxê hûn jî ji encamên wê re razî bibin. Wê çaxê wê mîmar, endezyar û bijîşkên ku bi kurdî dizanin hebin. Hêj kurdî nebûye zimanê zanyariyê lê ku hûn dixwazin vê bînin, fermo, pêşiya we vekiriye. Ger daxwazeke wisa hebe, kî ev daxwaz dike, wê çaxê dibistan wê ji wan re bên vekirin, ew jî biçin dibistanan. Dikarin bi herdu zimanan jî perwerdehî bibînin. Yên bixwazin dikarin bi kurdî yên bixwazin dikarin bi tirkî perwerde bibin. Ez li dijî perwerdehiya bi kurdî nîn im. Lê bi ya min perwerdehiya bi kurdî bi kêrî birayên me yên li wir, bi kêrî welatiyên me nayê. Ne di fêdeya wan de ye. Lê di jiyana rojane de dikarin zimanê xwe bi kar bînin. Zimanekî fermî yê vê dewletê heye. Li her derê cîhanê ev wisa ye. Li ti derê cîhanê tiştên ku hûn dibêjin tune ye.

Li Spanyayê heye…
Dibe ku li Spanyayê hebe, lê li Fransayê tune ye. Lê ku hûn modela Spanyayê dixwazin, dibe. Lê dîsa jî dibêjim, bi ya min ev ne di fêdeya kurdan de ye. Boşnakên li vir çima bi tirkî diaxivin, çima ji tirkî aciz nabin? Li Amerîkayê fransî, almanî, polonî hemû bi ingilîzî diaxivin. Lê ku hûn dibêjin “nexêr”, bila kurdî bibe zimanê Tirkiyeyê wê baştir bibe, wê çaxê em wisa bikin.

Hûn li qedexekirina navên bi kurdî yên bi tîpên “x, w, q” çawa dinêrin?

Alfabeya dewletê diyar e, lê hemû kes dikarin navên kurdî li zarokên xwe bikin. Bila ji herfên kurdî jî nav li zarokên xwe bikin, ti zirara wê tune ye.

Em hinek bên ser mijara vekişîna leşkerên Amerîkî ji Îraqê. Hûn bawer dikin ku leşkerên Amerîkî bi temamî ji Îraqê vekişin?

Leşkerên Amerîkayê wê ji wir derkevin. Wê li Îraqê valahiyek çêbibe. Kurd jî wê tercîha xwe bikin. Kurdên li Îraqê yan wê bi Tirkiyeyê re bin yan jî wê bi derdorên din re bin. Lê kîna ereban li hemberî kurdan heye. Çimkî ew kurdan weke “hevkar” dibînin. Ew kurdan weke “hevkarên dagirkeran” dibînin.

Tirkiye kurdên li Herêma Kurdistanê çawa dibîne?

Tirkiye wan weke hemnijadên xwe dibîne.

Piştî vekişîna leşkerên Amerîkayê wê di rewşa Îraqê de çi guhertin çêbibin? Hin kes dibêjin wê bi Tirkiyeyê re bibin yek…

Ev bi temamî tercîha wan mirovan e. Ew dikarin bi niyeta xwe, bi biryara xwe daxwazeke wisa bikin.

 

Ku tevli Tirkiyeyê bibin wê çi be?

Ewder wê dîsa bibe federasyon lê ev alî wê dîsa unîter be.

 

Lê sînorê erdnîgariya kurdên li Tirkiyeyê û yên Herêma Kurdistanê bi hev re ye. Wê çawa ewder federal ev alî jî unîter be?

Çimkî kurd tenê li Başûrê Rojhilat najîn, li Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê jî dijîn. Wê çaxê wê rewşa van kurdan çi be? Wê çaxê ji wan re jî çareyek bibînin.

Tê gotin wê leşkerên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bi cih bibin…

Leşkerên amerîkî wê li Herêma Kurdistanê bi cih nebin. Wê wan [qesta wî kurd in] bi ereban re rû bi rû bihêlin.

 

“Amerîka dixwaze Îraq perçe bibe”

 

Wê çaxê wê li Îraqê kaos dernekeve?

Amerîka dixwaze Îraq perçe bibe. Amerîka Kurdistaneke serbixwe dixwaze. Ew jî wê çiqas serbixwe be tiştekî din e. Ew ê kurdan ji Îraqê veqetînin.

Ku ji Îraqê veqetin wê Amerîka piştgiriyê bide dewleta Kurdistanê?

Belê wê piştgiriyê bidin. Ev tenê texmîna min e. Ti belgeyek di destê min de tune ye. Ji bo ku li vê herêmê îstîkrarek çêbibe, wê piştgirî bidin. Jixwe kurd niha ji Îraqê veqetiyane. Niha bi temamî cuda ne. Li Îraqê kurd li herêmeke cuda dijîn. Lê li Tirkiyeyê rewşa kurdan cuda ye. Kurd ji Başûrê Rojhilat zêdetir, li her derê Anatolyayê dijîn.

 

Ku dewleta Kurdistanê ava bibe, wê pêşeroja kurdan çi be?

Li çar aliyên wan dewletên cuda hene. Tirkiye, ereb, fars hene. Ew neçar in ji van nêzî yekê bibin.

Mahîr Kaynak

Nivîskar, îktîsatvan û analîzkarê îstîxbaratê Mahîr Kaynak di 1934’an de li Dîlokê hate dinyayê. Beriya 1980an di bin banê MÎT’ê de xebitî. Kaynak ku niha di rojnameya Starê ya tirkî de quncik dinivisîne, zewicî û bavê 3 zarokan e. Kaynak heta niha pirtûkên bi navê “Amerika 11 Eylül Afganistan Irak”, “Başımıza Çuval Geçirenler”, “Yeni Ortadoğu Haritası”, “Büyük Ortadoğu Projesi ve Türkiye Üzerine Stratejik Analizler”, “Dünyayı Kimler Yönetiyor (Bi Omer Lütfi Mete re), “İstihbarat ve Terör Oyunları”, “Maskeli Balo / Türkiye, ABD ve Diğerleri”, “Para İmparatorluğu / Kontrol Kimin Elinde?” û gelek pirtûkên din nivîsandine.

 

Hevpeyvîn:  Bawer Çem

(Rudaw)

Back to top button