Polîtîk

Barzanî meha Hezîranê tê Enqereyê

 

Enqere – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, nameyek ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu re şand û got, ew ê meha Hezîranê biçe serdana Enqereyê.  

Barzani davut3Li gorî agahiya AKnewsê ji rayedarekî Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi dest xistiye, Barzanî, di nameya bi destê Wezîrê Perwerdê yê Herêma Kurdistanê Sefin Dizayî şandî de, daxuyandiye ku wî vexwendina Davutoğlu qebûl kiriye. 

Heman rayedarî, bi bîr xist ku hêj dîroka serdanê Barzanî ya Enqereyê tam zelal nebûye lê destnîşan kir ku dibe ku ev dem, nîverasta pêşîn a meha Hezîranê be. Rayedar, da zanîn ku amadekariyên bo serdanê dest pê kirine.

Rayedarê Wezareta Derve, anî ziman ku Barzanî, daxwaza hevdîtina bi Serokwezîr Tayyip Erdoğan û Serokomar Abdullah Gül re kiriye û aşkere kir ku mimkûn e her du lîder jî bi Barzanî re hevdîtinê pêk bînin.

Rayedar, bal kişand ku Barzanî yê ku dê wek vexwendiuê Wezîrê Derve Davutoğlu bête Tirkiyeyê, dê bi sifata “Serokê Herêma Kurdistanê” bête pêşwazîkirin û got ku protokol jî li gorî wê dê bêne dabînkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu, 28’ê Nîsanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyeyê vexwendibû. Vexwendname, Musteşarê Wezareta Derve Feridun Sinirlioğlu gihandibû Barzanî.

 

(AKnews)

Back to top button