Şanda Emerîkî li sinorê Suriye ye

 
Serokê Ajansa Bilindkirina Navnetewî (USAID)  Rajiv Shah digel Francis Ricciardone Sersefîrê Mezin ê  Emerîka yê Enqerê û digel şanda bi wan re îro çûn bajarê Kilîsê û li nava hemwelatiyên Sûrî yên ku ji welatê xwe ji ber cewra rejîma Beşar Esed reviyane û hatine li aliyê Serxetê bi cih bûne, geriyan. Waliyê Kilîsê Silêman Tapûsiz û waliyê koordînator Weysel Dalmaz jî bi şandeya Emerîkî re hevkarî kirine.
 
Şandeya Emerîkî li nêv malbatên ku di qonteynan de dijî geriyan, herweha çûn serdana dibistana hêlîngeha zarûkan û li deverên wek kreş û avahiyên sosyalî jî geriyan. Li derd û kulên penaberan guhdarî kirin û rewşa wan bi çavên xwe dîtin.

Piştî geryanê, waliyê Kilîsê kurtesemînerek ji bo  şandeya Emerîkî da û got: ”Hêvîdar im ku ev axaftina min dê civakên navnetewî têxe tevgerê da ku li dij vê siqûmata bi sosret a Sûriyê. derkevin.

Sersefîrê Emerîkî Ricciardone jî weha axaftina xwe domand: Ji ber ku ez niha bi sûriyeyîyan re me, kêfxweş im û ji bo alikariya ku Tirkiye bi wan re kiriye jî kêfxweştir dibim. Jixwe dema ku zarûkên sûriyeyî bi zimanê erebî re yê tirkî jî dixwînin, hîn zêdetir kêfa min tîne…

Serokê Ajansa Bilindkirina Navnetewî (USAID)  Rajiv Shah jî di axafyina xwe de weha got:

Serok Obama em hinartine virê da em hem rewşa penaberên Sûriyê bi çavên xwe bibînin hem jî em bibînin ka Tirkiye bi çi rengî alîkariya penaberan dike. Me dît ku Tirkiye alîkariyeke rind kiriye, em jê re jî spas dikin. Alîkariya ku me jî heta niha kiriye, 200 milyon Dolar e. Em bi Programa Xwarinê ya Dinyayê re jî kar dikin. Em hêvîdar in ku ev xizmet wê bigîje milyonek û nîv kesên sûriyeyî. Emerika jî bi Tirkiyê re eynî hevkar e û vê bernameyê didomîne…

 
Rojeva Kurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: