Hêjaye bê gotin ku ne tenê Kurdan û çeprewên Tirkiyê, êş û azar ji derbeyên leşkerî yên Tirkiyê dîtine. Lê va ye kesên wek serokwezîrê Tirkiyê rêzdar Receb Teyîb Erdogan jî ew êş û derd ji destên derbeyên faşîst ên Tirkiyê dîtine.
Dema ku komisyona Lêkolîna li Derbeyên Leşkerî ya ku niha li Parlemana Tirkiyê lêkolîn û lêpirsîna li derbeyan didomîne û îfadeya kesên îşkencezede werdigire, xwest ku îfade ji Serokwezîr Erdogan jî werbigire. Lê belê ji ber kar û geryana Serokwezîr a zêde, derfet nebû ku ew here ba Komisyonê û wehşeta derbeyên leşkerî bibêje.
Ji ber hindê Serokwezîr îfadeya xwe bi nivîskî tam 28 rûpel ji Komisyonê re hinart. Îcar ji ber dirêjiya îfadeya rêzdar Erdoganî, me lînka wê li rêzê nivîsiye da çi kesê tirkîzan bixwaze ku bixwîne xwe bigehînê.
Rojeva Kurd/Enqere