Sedemê bombebarana Esed

 
Amirhêzê leşkerî yê Artişa Azad a Sûriyê Serheng Malik el Kurdî sedemê bombekirina bajarê Etmeyê ji aliyê Rejîma Esedî ve bi balafirên gengî yên MIGên Rûsî eşkere kir û weha got:

Ev bajar li ber sînorê Tirkiyê ye, ji aliyê balafirên gengî yên Esedî ve du car hate bombekirin.

Turkiye sivîlên ku ji ber şer direvin Tirkiyê diparêze. Esed bi vê bombekirinê peyam da Tirkiyê ku eger bixwaze dikare şûna wan sivîlan jî bombe bike.

Malik el Kurdî weha domand û got: Ew barîgeha Artişa Azad a Sûrî ku li bajarê Etmeyê ye jî, du roketên Beşar Esed lê ketine lê xweşbextî ye ku xisara can çênebûye.

Nerîna min :