Li Suriyê, li başûrê paytext Şamê îro 2 teqîn pêk hatin. Teqînên ku li herêma ku zêdetir Durzî û Xacperest li wir dijîn, li Jaramayê pêk hatine. Tê ragihandin ku herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dane û gellek welatî jî brîndar bûne.
Ajansa nûçeyan Sana, diyar kiriye ku li pişt teqînên ku pêk hatine komên terorîst hene. Dîmenên ku di televizyonan de hatine wşandin de jî tê xuyakirin ku 2 wesaît bi temamî şewitîne û ji aliyê agirkujan ve ew wesaîtana tên sarkirin. Ji ber teqînan, avahiyên derdorê jî zirar dîtin.
Nûçegîhanekî BBCyê li Caramanayê ragihandiye ku, îro danê sibê di navbera hêzên rejîma Suriyê û hêzên mixalifan de şer û pevçûn derketiye. Dîsa li derveyî Şamê herêma ku wek Guta tê binavkirin a çolwar jî tê gotin ku di rojên dawiyê de her tim pevçûn pêk tên.
Komîteya Koordînasyona Herêmî jî diyar kiriye ku li Şam û derdorê Şamê, doh 48 kesan jiyana xwe ji dest dane. Dîsa li gorî ragihndina komîteyê, doh li gelemperî welêt, jê 12 zarok, 131 kesan jiyana xwe wenda kirine.