Nivîsar

S-400 û asêbûna Tirkiyeyê

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, krîza mûşekên S400 roj bi roj zêdetir dibe.

Enqere ji ber ko sîstemên Patrîotan him biha ne û him jî şêweya radestgirtina vê teknolojiyê ne bi dilê wê ye, berê xwe da Moskowayê û bi 2 milyar û nîv dolaran S400an kirî.

Amerîka jî nerazîbûneke tûnd nîşan dide û herî dawî Komîsyona Karên Derve ya Civata Nûneran, proje yasaya ko firotina balafirên F35an bo Tirkiyeyê qedexe dike, pesend kir.

Pentagon di wê baweriyê de ye ko S400 dijî balafirên F35an gef e. Herwiha kirîna S400an dikare gûherîn li ser nasnameya stratejîk a welatekî endamê NATOyê çêke. Amerîka ji ber van 2 sedemên bingehîn bi tûndî dijî kirîna S400an e.

Tirkiye û Amerîka, ji gotinên xwe nayên xwar. Lê belavbûna 2 nûçeyan egerên paşxiştina kirîna S400an zêdetir dike. CNBC dibêje Waşîngton ji bo destberdana kirîna S400an, 2 hefte dem daye Enqereyê. Eger na dê were cezakirin. Enqere jî avakirina komîsyoneke hevbeş li Waşîngtonê dike ka gelo S400 dijî sîstemên NATOyê gef e, an na? Lê Amerîka ji bo avakirina vê komîsyonê dixwaze Tirkiye kirîna S400an heta sala 2020an paş bixe. Lê ev pêşniyar ne bi dilê Tirkiyeyê ye. Jixwe daxûyaniyên dawî yên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî jî nîşan dide ko Tirkiye dê S400an bikire.

Digel vê yekê jî bo destberdana S400an 2 senaryo tê axaftin. Tirkiye dê mûşekan bikire lê aktîf nake. An jî dê bikire û bêyî aktîf bike dê bifroşe welatên wekî Katar, Azerbaycan û Hîndîstanê.

Lê ger Tirkiye S400an bikire encam çi dibe?

Amerîka gefa dorpêça çek û aboriyê li Tirkiyeyê dixwe. Ev gef di demek wisa de ye ko Tirkiye bi kirîzeke aborî re rûbirû ye. Herwiha pêwîstiyeke ciddî ya Tirkiyeyê bi balafirên F35an heye. Lewra dema bikaranîna balafirên F16an di demek nêzik de dawî dibe.

Lê ger Tirkiye S400an nekire encam çi dibe?

Tirkiye nekire dê bi nerazîbûna Rusyayê re rûbirû bimîne ko ev yek dikare bandoreke xirab li ser siyaseta Tirkiyeyê bo Suiryeyê bike. Lewra Tirkiye bi pesendkirina Rusyayê karî Efrînê dagir bike û operasyonên leşkerî bi rê ve bibe. Têkçûna pêwendiyên Tirkiye û Rusyayê dikare bibe sedema şikestina siyaseta wê ya li Suriyeyê.

Ango Tirkiye bi meseleya S400an di navbera Amerîka û Rusyayê de asê maye û her gavek wê encameke neyînî bi xwe re tîne.

NÛÇE-ANALÎZ

Murat Ekîncî

Back to top button