Cîhan

Serokê MÎT a Tirkiye û Beşar Esed hevdîtin

Berdevkê AK-Partiyê Omer Çelîk: Hevdîtina Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Serokê Suriyeyê Beşar Esed piştrast kir.

Omer Çelîk di kombûneka rojnamevanî de bersiv da pirsa rojnamevanekî ya di derbarê îdiaya hevdîtina Serokê Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎTê Hakan Fîdan û Serokê Suriyeyê Beşar Esad û wê hevdîtinê red nekir.

Çelîk dibêje ji bo ewlekariya Tirkiyeyê û rêlibergirtina karesateke mirovî û aramiya navçeyê, berpirsên hawalgirî ya Tirkiyeyê dikarin bi aliyan re hevdîtinan bikin.

Omer Çelîk: “Di derbarê rejîma Esed de çi gûhertin li ser helwesta me niye. Lê dezgeha me ya hawalgirî û hêzên me yên li meydanê ji bo rêliber girtina karesatên mirovî û di çarçoveya pêwîstiyên din de, kengê bixwazin dikarin her hevdîtinê bikin. Ev mesele niye. “

Back to top button